Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin

  • rojane
  • 19:54 6 Mijdar 2025
  • |
img
AMED - Li navçeya Licê bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna endamê HPG'ê Yunus Bilgi hat kirin.
 
Malbata endamê HPG'ê Yunus Bilgi (Zagros Serdar) ku di 26'ê Gulana 2017'an de li herêma Zapê jiyana xwe ji dest dabû li gundê Kaldarê yê navçeya Licê ya Amedê ji bo kurê xwe konê sersaxiyê danî. Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, rêveberên DBPê, aktivîstên TJA'yê, TUAY-DER, Tevgera Meclisa Ciwanan,  Endamên Komeleya 78an, Komeleya Dayîkên Aştiyê û gelek şêniyên gund û gundên derdorê serdana şînê hat kirin.
 
Beriya axaftinê, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin.
 
Di serdanê de sînevîzyona hatibû amadekirin hat temaşekirin.
 
Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz di şînê de axivî û got: “Her şehîdek ji bo me windahiyeke mezin e. Em bawer nakim ku li tu devera cîhanê kesên wisa dikaribin têkoşînê bidin meşandin. Em ê heta dikaribin têkoşÎna xwe mezin bikin û bibin layîqê şehîdên xwe û serokatiya xwe. Divê bi wesîleya detpêka ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ her li kolanan bin û xwesî li pêvajoyê derkevin.”

Sernavên din

06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin