Operasyona gendeliyê ya li Iraqê: 20 milyon dolar û 60 kêlo zêr hate desteserkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ragihand ku di operasyoneke gendeliyê de ku wezîrê berê, mûstewşar û hejmareke zêde ya rayedaran di nav de ne, dest danîne ser 20 milyon dolar, 60 kîlogram zêr, 200 milyon dînarê Iraqê, erebeyên luks û gelek kelûpelên giranbiha.
 
Li Iraqê hûrgiliyên operasyona gendeliyê ya ku di nîveka meha Tîrmehê de hatibû lidarxistin, hatin eşkere kirin. Di vê operasyona hevpar a di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de; Wezîrê berê yê Kar û Karûbarên Civakî Ehmed el-Esedî, Mûsteşarê Wezareta Petrolê Ednan el-Cumeylî, Parêzgarê berê yê Selahedînê Ehmed el-Cubûrî, Mûsteşarê berpirsê Karûbarên Veguhastin û Belavkirinê di Wezareta Elektrîkê de Xalid Gazî Atîye û hejmareke zêde ya rayedaran hatin girtin.
 
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dadwerê lêkolînê yê Dadgeha Cezayê ya Navendî ya Dijî Gendeliyê, bi hevkariya ligel Herêma Kurdistanê, li dijî tometbar Mûstewşarê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî û gumanbarên din ên girêdayî vê bûyerê, tedbîrên hişk ên qanûnî girtine ber çavan.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de, dest hatiye danîn ser 20 milyon û 340 hezar dolarên Amerîkî, 200 milyon Iraqê, 60 kîlogram zêr û 7 erebeyên luks ên ku hatine ispatkirin bi rêya gendeliyê hatine bi dest xistin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo tespîtkirina navên din ên ku navên wan di vê doza gendeliyê de derbas dibe û ji bo girtina hemû hevkarên vê tawanê, lêkolîn hîn kûrtir dibe û berdewam dike.