HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome 2021-09-12 11:56:02 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê, di daxuyaniya xwe ya derbarê salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de diyar kir ku îro aqilê darbeyê desthilata AKP-MHP'ê bi cih tînin. Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP'ê, derbarê 41'emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku xeyalê darbekaran weke xebatên desthilatê îro dertên pêşberî wan û bandora darbeya leşkerî îro jî didome. HDP'ê got, ''Desthilata AKP-MHP'ê îro aqilê darbeya 12'ê Îlonê bi cih tîne û ji bo dahatuya xwe ya siyasî, daxwazên ji bo dad, azadî û aştiyê bin pê dike, gavên ne kêmî rojên tarî yên 12'ê Îlonê davêje. Hemû gavên derhiqûqî ku darbekaran xeyala wê dikirin, îro bûne frazeya desthilata AKP-MHP'ê.''   Bi berdewamî hate gotin ,''Desthilat û hevkarên wê yên aşkere û veşartî ku bi çaresernekirina pirsa kurd mekanîka darbeyê sazkar dikin hevkarên îro yên darbeya 12'ê Îlonê ne.Rêya jiholêrakirina hişmendiya darbeyê û mekanîka darbeyê ku ji bo gelên Tirkiyeyê bûye şevreşk çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û avakirina jiyana nû ye.''