Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin 2021-09-17 13:23:20   ANKARA - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku ew ê bi "Belgeya Banga Demokrasiyê" ku ew ê di 27'ê îlonê de eşkere bikin, ew ê vebijêrkek nû pêşkêşî desthilatdariya siyasî û gelên Tirkiyeyê bikin.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li avahiya Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    ‘ZIMANÊ KURDÎ QEDEXE YE’    Gunay di destpêkê de bal kişand ser perwerdehiya bi zimanê dayikê û got: “Meseleya perwerdehiya zimanê zikmakî hêj nehatiye çarserkirin. Di vê serdema nû ya perwerdehiyê de jî kurdî û gelek zimanên qedîm carek din tune hatin hesibandin. Ev ziman ji perwerdehiyê bêpar mane û hatine qedexikirin.”    VEBIJÊRKA JI BO JIYANEK NÛ    Gunay têkildarî deklrasyona wê partiya wan di 27’ê îlonê de eşkere bike jî wiha got: “Îqtidara AKP-MHP’ê li her qadê têk çûye û ketiye nava qeyranan. Ji bo gelên Tirkiyê êdî ev rêveberî, bi rê ve naçe.    Em carek din ji bo gelên Tirkiyê sed sal bin bi felaketê re rûbirû hatine hiştinê, vebjiêrka jiyana nû amade dikin ku pêşkêş bikin. Di mehên havînê de me xwe gihand her aliyan. Me derbarê pirsgirêkên li Tirkiyê û çareseriya wan de nîqaş kir û pêşniyaz wergirt. Em hemû beşên civakê ji bo çareserkirina derdê wan vedixwînin çareseriyek hevpar û saziya siyasetê vedixwînin berpirsiyariyê.    EM Ê BI VÊ BANGÊ SIBEROJÊ RIZGAR BIKIN    Em banga ku welatek her kes dikaribe bi nasname û baweriya xwe bijî û hêviya wan qut nebûbe dikin. Em dibêjin gelên Tirkiyê dikarin bi jiyanek demokratîk, adilane û azadî bijîn.    Em wek HDP’ê ji bo siberoja vî welatî rizgar bikin, roja 27’ê îlonê “Belgeya Banga Demokrasiyê” eşkere bikin û em ê vebijêrkek pêşkêşî saziya siyasetê û gelên Tirkiyê bikin. Em dixwazin bi vê vebijêrkê, her kesî vexwînin welatek ku bêedaletî, zext, tundî, newekhevî, birçîbûn û feqîrî lê nebe û siyasetek ku ji gendelî lê hatibe paqijkirin ava bikin.”    ‘EM Ê HESAB JI KUJERAN BIXWAZIN’    Gunay bi bîr xist ku 20’ê îlonê roja kuştina Apê Mûsa ye û got ji salên 1990’î vir ve tiliyên ku pê li tetikê kirin lê belê tetik qet neguheriye. Gunay destnîşan kir ku tetika ku berê wê dabûn Apê Mûsa îro jî berê wê dan ser Denîz Poyraz û ew ê heta dawiya têbikoşin û hesabên hemû kuştinên nediyar bipirsin.