Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin 2021-09-17 16:35:26 ENQERE - Nûnerên partî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, li dijî provakasyona li pêş avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin.    Nûnerên partî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Anarşîstên Şoreşger, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Şoreşger di nav de li dijî hewldana provakasyona duh li pêş avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê serdana partiyê kirin. Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û Berdevka Partiyê Ebrû Gunay şande pêşwazî kir. Di serdanê de Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tûncer Bakirhan axivî û wiha got: “Ev êrişên wisa beriya niha jî li Enqereyê çêbûn. Ne tesaduf e ku Navenda Giştî hat hilbijartin. Kesê ku hat jî ne tesaduf e. Dibêje beriya 11 salan zarokê min çûye, wê demê hêj HDP nebû. Bi taybetî HDP hedef nîşan dide, li pêş avahiya me ya Rêxistina Îzmîrê rûdinişt û kesên ku tên û diçin dişopîne. Dibe ku dîmenan jî bikişîne û navan bide dewletê. Dema Denîz Poyraz hat qetilkirin jî li jêr temaşe dikir. Ew bi xwe dibêje ‘Cam û derî hatin şikestin, Denîz li hundir tena serê xwe bû, me jî temaşe kir.’ Diyar e ku li wê derê çavderî kiriye.”   ‘DIVÊ EM PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’   Bakirhan, bi lêv kir ku li ser berteka hat nîşandan plan vala hat derxistin û wiha axivî: “Ev nayê wê wateyê ku pêşerojê bûyerên bi vî awayî pêk nayên. Di vê serdema ku winda dikin de divê em piştevaniya hev bikin û li dijî zextan li ber xwe bidin. Mînaka li pêş Navenda me ya Giştî gelek girîng e. Berxwedan, piştevanî û rêxistinkirina yekgirtî wê zextan vala derxîne. Me mînaka vê baş dît. Ji ber berxwedanê nikarî birûne. Em ê bi hev re têbikoşin. Heke em bi van zextan jî mezin bibin ji ber piştevaniyê ye. Ji bo welatekî xweş divê piştevaniyê mezintir bikin.”