Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne 2021-11-28 15:20:49   EDENE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ê li Edeneyê li pirsgirêka esnafên firinê guhdarî kir û got: "Mirov nanê hişk jî nabîne. Bi vî rengî nabe. Divê ev biguhere. Wê biguhere jî. Niha pirsgirêka me nan e."   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Edeneyê bi esnafên firin, dikandar û welatiyan re hat cem hev. Sancar û heyeta pê re ewil li taxa Gulbahçeya navçeya Seyhanê serdana esnafan kir. Sancar bi karkerên firinê re sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Xwediyê firinê deftera xwe ya deyn û dayîna deyn nîşanî Sancar da û jê re got rewşa wan di vî halî de ye.    'DEYNÊN ME ZÊDE DIBIN’    Esnafên kelûpelan yek bi yek jimartin û gotin ku ew di nava deynan de ne û bi zerarê hilberandinê dikin. Esnafê firinê anî ziman ku ji ard, rûn, çûnûhatinê, bacê heta fatureya ceyranê ji sedî 80 lêçûyînên wan zêde bûye û got: “Tenê ard rojane 8 hezar lîre ye. Dema ez deriyê vê sobeyê vedikim bi giştî maliyeta min a rojê 16 hezar lîre ye û zirara min heye. 10 hezar lîre min standiye. 6 hezar lîre zirar dît." Esnaf diyar kir ku ev salek û nîv du sal in li ser deynan disekine, belgeyên deynên ku ji bankayan standiye nîşan da û got, “Min ji 9 bankayan kredi girt. Ger ez ji bankê deyn negirim ez diçim hundir. Cara dawîn ku min têlefonek kir, min ew jî firot. Bihayê her tiştî rojane zêde dibe û diguhere.”    ‘DERDÊ ME NAN E’    Hevserok Mîthat Sancar jî bi bîr xist ku bilindbûna dovîzê hêj di firinan de derneketiye holê û wiha got: “Gênim jî tê îthalkirin. Ew lêçûn hîn bêtir zêde dibe. Di elektrîk, sotemenî, kelûpelên din ên ku hûn bikar tînin de zêdebûnek heye û dibe ku ew ê lêçûnên we hîn bêtir zêde bike. Genim herî zêde ji Rûsyayê tê îthalkirin. Zeviyên çandiniyê kêm bûn û ziwabûn ket navberê. Li welat 6 milyar ton kêmasiya genim heye. Ev mîqdar dê were îthalkirin. Ji ber ku îthal tê kirin ji ber zêdebûna biha û daketina nirxê lîre dê lêçûn zêde bibe. Li Tirkiyeyê hilberîna genim bi awayekî sîstematîk kêm dibe. Ger ku sala bê berhem bi vî rengî be, hingî wê îthalat hîn zêdetir bibe. Ji serdema çinîna nû re 8 meh mane. Tişta ku di van 8 mehan de tê kirin îthalat e. Berê me wek slogan digot nan û azadî. Vê îqtidarê bi awayekî şênber çav berdaye nanê gel. Mirov nanê hişk jî nabîne. Bi vî rengî nabe. Divê ev biguhere. Wê biguhere jî. Niha pirsgirêka me nan e.”   Sancar pişt re bi welatiyan re hat cem hev û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Sancar bi erebî û kurdî sohbet kir û pişt re ji bo tev li mîtînga ku li Mêrsînê pêk were bibe derket rê.