Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin 2022-05-23 14:33:51   ENQERE - Erdogan got ku: "Em nikarin danekirinen Swêdê ên li dijî me dane sepandin ji bîr bikin. Tu îzaha vê yekê tune ye."   Serokomarê AKP'î Erdogan tev li merasîma Keştiya Binavî yên Hizirreîs û qeynaxkirina Keştiya Binavî ya Selmanreîs bû. Erdogan di vê merasîmê de derbarê serlêdana Swêdê û Fînlandiyayê ku bibin endamên NATO'yê de wiha axivî: "Ên ku îro ji bo piştgiriya Tirkiyeyê ya NATO'yê pesnê me didin, heya doh bi tundî em rexne dikirin. Rola me ya di nava NATO'yê li ber çavan e lê em hêj jî bi mutefîkên xwe re qala danekirinan dikin. Em nikarin danekirinên Swêdê ên li dijî me dane sepandin ji bîr bikin. Tu îzaha vê yekê tune ye."