‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’ 2022-05-24 10:56:45 ENQERE - Seroka Giştî yê Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren got ku êrişa li ser Herêma Federal a Kurdistanê di esasê xwe de li dijî hemû gelan tê kirin û divê li dijî şer têkoşîna hevpar bê mezinkirin. Endamê MYK’a SYKP’ê Halît Elçî jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya herî baş, fikra komara demokratîk e.    Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de li dijî Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê êriş dabû destpêkirin. Bertekên li dijî van êrişan her ku diçe zêdetir dibin. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren û Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Halît Elçî têkildarî êrişan bi ajansa me re axivîn.    Elîf Torun Oneren, diyar kir ku ji ber êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, krîza aborî û civakî ya li Tirkiyeyê hêj girantir bûye û wiha got: “Şerên heta niha bo Tirkiyeyê tenê birçitî, xizanî û alozî anîn. Yên ku piştgirî didan vê pergalê jî bi desthilatdariyê re hevkarî kirin. Di êrişên dawî de li Çiyayê Cûdî ketin û derketina sê gundan hat qedexekirin. Ji 50 malbatan 35’an jê koç kir. Yên din jî neçarî koçberiyê dikin. Koçberiya bi zorê, tundiya fîzîkî, bêkarî û xwekuştin, encamên şer in. Bedela vî şerî gel, jin, karker û kedkar didin. Mebesta ewil a êrişên derveyî sînor kurd in lê di esasê xwe de hemû gel hedef tên girtin. Lewma divê têkoşîneke hevpar bê kirin. Desthilatdara AKP-MHP’ê hewl dide bi êrişan temenê xwe dirêj bike. Hemû cîhanê ji bo serkeftina Rojava çepik lê dan lê ev serkeftin bo desthilatdariyê bû birîneke kûr ku nakewe. Dixwaze van destkeftiyan tune bike.”   ‘ŞER, KRÎZA ABORÎ KÛRTIR DIKE’   Elçî jî da zanîn ku Tirkiye bi êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê re destkeftiyên kurdan hedef digire û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd ev bi sedan sala ye berdewam dike. Ji bo şer heta niha bi milyar dolaran pere hate xerckirin. Rûxandineke mezin di nava civakê de çêkir. Şer, ji xwe krîza aborî kûrtir dike. Anku em dikarin bibêjin kun bi milyaran dolaran ji bo kuştina ciwanan tên xerckirin. Bingeha esasî ya krîza aborî jî şer e. Ji sedî 95’ê civakê ji şer bibandor dibe. Şer tê wateya heqdestê kêm, tunekirina mafên demokratîk, pîrozkirina zimanê tundiyê, zêdebûna tundiya di navbera gelan de, astengkirina azadiya xwe birêxistinkirinê û tê wateya gefa li dijî jin û kedkaran e. Aştî, daxwazeke jiyanî ye. Divê em girîngiya aştiyê bi gel bidin fêmkirin. Divê karker baş pê bizanin ku dema ji bo mafên xwe têdikoşin, aştî jî parçeyeke wê ye. Dema ev rastî fêm kirin, dê aştî bê vî welatî. Çareseriya herî bingehîn, avakirina komara demokratîk e.”