Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan 2023-03-30 09:03:41 STENBOL - Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena diyar kir ku partiya wan dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bibe nûnertiya hêviya gelan û armanca wan ew e ku Komar Demokratîk ava bikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji ber doza girtinê dê bi lîsteya Partiya Çep a Kesk biçe hilbijartinê. Tifaqa Ked û Azadiyê di 24’ê adarê de protokola tifaqa hilbijartinê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinê kir, partiyên pêkhateyên tifaqê bi hemû leza xwe xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.   Partiya Çep a Kesk di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de biçe hilbijartinê. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena der barê stratejî, armanc û xebatên partiya xwe de ji ajansa me re axivî.    RÊXISTINKIRINA AVAKIRINA JI NÛ VE    Asena anî ziman ku gelên Tirkiyeyî bi salan e li dijî desthilatdariyên AKP û MHP'ê li ber xwe didin û îktidar dixwaze bi tundî û zextan komên muxalîf bitepisîne. Asena diyar kir ku hêrs û raperîna pistî erdheja 6'ê sibatê ya li Mereşê çêbû, dînamîkên civakî derxist holê û wiha got: "Ev deng û îtîraz ji bo hilbijartina li pêşiya me qadek berfireh a xebatê ji me re vekir. Li ser vê yekê ku di vê hilbijartinê de ji bo avakirina Komara Demokratîk welat ji bo siberojê qadeke birêxistinkirinê afirand. Ji bo vê avakirinê divê Tifaqa Ked û Azadiyê hin bêtir rêxistinkirina xwe bike.”    ARMANCA KOMARA DEMOKRATÎK    Bi domdarî Asena bal kişand ser girîngiya stratejîk a hilbijartinê û ev tişt anî ziman: "Ev pêvajoyeke ku tenê bi çûna ser sindoqan û gotina 'Me deng da, me Erdogan şand, me 80-100 wekîl hilbijart' bi dawî nabe. Ev yek weke armanceke stratejîk a gelekî girîng derdikeve pêşberî me. Dema em stratejiya hilbijartinê bi wateya teng binêrin, şandina îktidara heyî gelekî girîng e. Ji bo vê jî divê hilbijêr alîgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku bi Partiya Çep a Kesk re biçe hilbijartinan û divê em bizivirin cem gel û gel arasteyî vê yekê bikin. Heke em bigihêjin vê dibe ku me di warê stratejiya hilbijartinê de rêxistinbûna civakî misoger bikin, ji Erdogan re bêjin ‘oxir be’ û ji bo avakirina komara demokratîk gavek cidî biavêjin.”    ‘CIWAN DÎNAMÎKA CIVAKÊ NE’    Di berdewamê de Asena da zanîn ku HDP dê bi Partiya Çep a Kesk biçe hilbijartinan, pêwîste ji bo hemû beşên civakî û bi taybet gelê kurd Partiya Çep a Kesk baş bê nasandin û wiha axivî: “Divê em baş xwe bi gelê kurd bidin nasîn. Ji bo em nêzî 7 milyon hilbijêrên ku dê cara yekem li dengê xwe bidin, divê em berê wan bidin aliyê partiya xwe. Di pêvajoya hilbijartinê de yek ji destkeftiyên me jî serhildana wan e. Di vê xalê de pêwîstî bi ciwanan heye ku helwesta xwe eşkere bikin. Ciwan her tim pêşengên li pêşiya dînamîkên civakî ne. Em di wê baweriyê de ne ku ev erk dê di hilbijartinan de pêk were. Em armanc dikin ku rêgeza têkoşîna jinê li xwe vegerînin. Heke gav bên avêtin û kolan û cade bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' qîriyan, em texmîn dikin ku dê bingeha vê têkoşînê ji bo me partiya me encamên girîng derxîne. Ev yek ji armancên me yên stratejîk a girîng e.”    BANGA BO HILBIJARTINÊ   Asena banga girîngiya hilbijartinê li dengdêran kir û wiha domand: "Em dixwazin her kes dengê xwe bide logoya Partiya Çep a Kesk ku di bin logoya Tifaqa Ked û Azadiyê ya kaxezê dengêran de cih digire. Heke em xwedî li partiya xwe derkevin, em ê bi komek hêzdar û qelebalix biçin parlamentoyê.”    Asena destnîşan kir ku ji bo hilbijartinê li hemû herêman xebatên partiya wan hatine destpêkirin û di rojên pêşiya wan de dê xebatên wan hin pirtir û zêdetir bibin û her deverî veguherînin cihê xebata têkoşînê.   PÊŞNIYAZÊN ÇARESERIYÊ    Asena diyar kir ku ew dixwazin bi Partiya Çep a Kesk re pirsgirêkên welêt çareser bikin û bal kişand ser danezana hilbijartinê ya ku ew ê biweşînin û wiha pê de çû: "Di deklerasyona me de pêşniyarên pir berfireh hene. Dema em bi giştî lê dinêrin, sozên me ji bo civakeke ku ji bo hemû gelan wekhevî, azadî û demokrasî tê de heye, ciwan karibin bi azadî lê xwedî derkevin û mafê axaftinê tê de hene. Di vî warî de me bernameyek ji bo komareke demokratîk a li Tirkiyeyê ku ji mafên xwezayê re rêz digire, tunekirina ekolojîk rawestîne amade kiriye. Mijarên ku dê di danezana me de cih bigirin ev in. Mînak vegerandina Peymana Stenbolê yek ji wan daxwazan e, ji bo çareserkirina pirsgirêkên kevnar ên van axan rêzek pêşniyarên me hene, wek berfirehkirina mafên sendîkayan, pêşkeftina pîşeyî bi karkerên ciwan re bêyî ku mûçeyên wan bên qutkirin. Naskirina mafên gelê kurd, bidawîkirina rejîmên bawermendan û bidawîkirina tecrîda Îmraliyê ye.”    ‘ÇEP A KES DÊ BIBE HÊVIYA GELAN’    Asena anî ziman ku hêviya gelan di vê hilbijartinê de wê Partiya Çep a Kesk be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di van hilbijartinan de îfadeya vê hêviyê wê Partiya Çep a Kesk be. Dema em li mirovên di dîroka me de têkoşiyane dinêrin, em li kevneşopiya HDP’ê binerin, em dibînin partiya çendan e. Çepa Kesk di van hilbijartinan de dê bibe nûnerê hêviya gelan.”     MA / Ergîn Çaglar