Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû 2024-12-13 13:11:07   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin diyar kir ku budçeya şer ji sedî 65 zêde bûye û got ku divê îktîdar dev ji êrikirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berde û aştî û guftûgoyê pêş bixe.    Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin di hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Navendî ya Sala 2025’an de li Meclisê axivî. Oznûr Bartin, diyar kir ku budçeya şer li gorî salên berê ji sedî 65 hatiye zêdekirin û wiha got: “Ev yek nîşan dide ku hikûmet dê çavkaniyan li şûna aştî û aramiyê, dê ji bo şer xerc bike. Bi pêşengtiya Kurd, EReb, Ermen, Tirkmen û Suryanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modêleke demokratîk hatiye avakirin. Lê belê ev modêl niha di hedefa Tirkiye, DAIŞ û beravêtiyên wê de ye.”    Bi domdarî Oznûr Bartin diyar kir ku divê Tirkiye li şûna êrişan, bi gelên herêmê re polîtîkayeke aştiyane û guftûgoyê pêş bixe û ev tişt anî ziman: “Li şûna şer û pevçûnan divê azadiya gelan biparêze. Çareseriyeke aştiyane ya di pirsgirêka kurd de dê bike ku lêçûnên şer bên bisînorkirin û aboriya welêt baş bibe. Di demeke ku Rojhilata Navîn tê dîzaynkirin de peywira herî pîroz, aştî ye. Ji bo aştiyê ma divê hêj çend mirov bimirin? Di serdemeke ku rejîmên dîkta yek bi yek hildiweşin de divê aqilê dewletê li cem aştiyê cih bigire û gavên şênber biavêje.”