Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin

img
AMED - Parlementera HDP’ê Dersîm Dag xwest ku sedema şewatên daristanan ên li heremê her ku diçe zêde dibin bên lêkolînkirin. 
 
Ji ber operasyonên eskerî yên vê dawiyê li çoltera çend bajarên Bakûrê Kurdistanê, li daristanan şewat derketin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersîm Dag ji bo sedema şewatên daristanan bên tespîtkirin, li dijî şewatan bergirî bên girtin, kes û saziyên dibin sedemê van şewatan bên tespîtkirin û derbarê wan de kirariyên qanûnî bên destpêkirin pêşniyaznameya lêkolînê da Meclîsê. 
 
MUDAXALE TÊ ASTENGKIRIN
 
Dag, diyar kir ku li Çiyayê Cûdî, Gabar, li gundên Xozan û Licê û herî dawî jî li gundê Pîrejman ê navçeya Pîrana Amedê û Gundên Nerbiş û Wişkala yên navçeya Miyaran a Xarpêtê şewat derket û wiha got: “Li Amed û bajarên din ên heremê gelek caran ji ber operasyonên eskerî şewat derdikeve. Ev şewatên derdikevin carna bi rojan û bi hefteyan berdewam dikin û li heremê dibin sedemê tahrîbateke mezin.” Dag, anî ziman ku ligel bi dehan caran têkildarî şewatan pêşniyazpirs û peşniyaznameyên lêkolînê jî dane Meclîsê tu mudaxale nayên kirin û wiha axivî: “Ev şewat bi awayekî neyînî bandorê li jiyana welatiyan dikin. Di her şewatê de bi hezaran hektar daristan û zindî tune dibin. Welatiyên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin ji ber van şewatan mexdûr dibin û nikarin karê xwe bikin.”