TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin

img
ENQERE - Serokê û rêveberên TÎP’ê, EMEP’ê, TOP û Malêngel, diyar kirin ku HDP li pêşiya sazûmankirina faşîzmê asteng e û banga piştevaniya li dijî doza girtinê kirin.
 
Serdozgeriya Dadgeha Bilind, ji bo ku doza girtinê li Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) bê vekirin, cardin ji Dadgeha Destûra Bingehîn re îdîaneme şand. Di îdîanameyê de, hat xwestin ku biryara qedexeya siyasî ji bo 500 siyasetmedaran bê dayîn. 
 
Rêveber û serokên Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Malêngel, doza girtinê ya li HDP’ê hat vekirin nirxandin.
 
TÎP: DIVÊ EM PIŞTA HDP’Ê BIGIRIN’
 
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş, diyar kir ku sûcên di dema hikumeta AKP’ê de aşkere bûn û wiha axivî: “Di demeke nîqaşên vê yekê tên kirin de, desthilatdarî ji bo ku xwe biparêze û bersûcên rast neyin darizandin darazê bi kar tîne. Bi vê awayî hewl dide beşên mûxalîf dibin zextan de bihêle. Biryara doza girtinê ya duyemîn a li dijî HDP’ê, bi zanebûn di 7’ê Hezîranê de dan. Bi vê dixwazin tola hilbijartina sala 2015’an bigirin. Em dixwazin Tirkiye, tavilê ji desthilatdariya qesrê rizgar bibe. Ji bo ku ev pêk were, divê hemû gelên Tirkiyeyê têkoşînek hevpar bidin. Ev êriş ne tenê li dijî HDP’ê yê, di şexsê HDP’ê de li dijî hemû beşên berxwedêr ên Tirkiyeyê ne. Bi vê dixwazin beşên berxwedêr bêdeng bikin. Ji ber vê divê bê şert û merc em piştgiriyê bidin HDP’ê.”
 
EMEP: EV DARBEYEK SIYASIYE
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument AKdenîz jî, anî ziman ku desthilatdarî zexta siyasî li darazê dike û wiha got: “Ev doz jî ji ber vê yekê hatiye vekirin. Ev darbeyek siyasiye. AKP û hevkarê wê ev demek dirêje xwînê winda dikin. Hemû nelirêtî, polîtîkayên talan, çavkaniyên dewletê tune kirin, têkiliyên wan ên siyasî, mafya û çete aşkere bûn. Desthilatdarî li şûna ku hesabê van hemûyan bide, hewl dide bi ser HDP’ê re dengên netewperest û mûhafazkar qezenc bike. Em weke Partiya Kedê zextên li ser HDP’ê qebûl nakin. Emê piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re dewam bikin. Bila Tirkiye nebe gora partiyan. Ev zext ne tenê li dijî HDP’ê ye. Li dijî me hemûyane. Ez banga têkoşîna yekgirtî li hemû kesan dikim.”
 
TOP: PIŞTEVANIYEK BÊ ŞERT Û MERC
 
Endamê Komîteya Navenda Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hasan Dûrkal jî, diyar kir ku HDP li dijî rejîma zordar a ku tê avakirin yek ji navendên herî girîng ê berxwedanê ye û wiha bilêv kir: “Girtîna partiyan û qedexe kirina siyasemedaran, ne pêkane ku astengiya li pêşiya xwe rakin. Ev hesabên erzanin. HDP partiya vîna gelekê ye. Bi girtina HDP’ê dixwazin vî gelî tune bikin. Girtina HDP’ê pirsgirêka hemû Tirkiye yê. Em lidijî doza girtinê ne. Em banga piştevaniyek bê şer û merc a ji bo HDP’ê û gelê Kurd dikin. Ev ne tercihe, pêdiviyeke.” 
 
MALÊNGEL: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ PIŞTEVANÎ
 
Sekreterê Giştî yê Malagel Mûstafa Eberlîkose jî, dest nîşan ku ku nakokî û pêvçûnên di nava bloka desthilatdariya siyasî de kurtir dibin û wiha got: “Krîzek siyasî heye. Îro siyaset, mafya û dewlet tevlî hev bûne. Piştevaniya li dijî faşîzmê di vî warî de girînge. Em bi piştevaniyê xwe mezin dikin. Îro li dijî faşîzmê pêwîstî bi piştevaniyê heye. Em ê jî li hemberî doza girtina li dijî HDP’ê, bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de bin.”