Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ku di Konferansa Jinan a HDK’ê de axivî, destnîşan kir ku jinên kurd ji bo ‘rêya sêyemîn’ bedelan didin û wiha got: “Îro çawa hevalên me ji bo hevserokatiyê û wekheviyê di girtîgehan de têdikoşin em ê jî li qadan têkoşîna vê yekê bidin.”

 
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 11’emîn Konferansa Jinan a Giştî li eywaneke navçeya Avcilarê li dar dixe. Konferans bi axaftinan didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ku piştî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî, destnîşan kir ku Kongreya HDK’ê di pêvajoyeke dîrokî de pêk tê. 
 
Aydenîz, diyar kir ku hemû polîtîkayên qirêj ên desthilata AKP’ê û MHP’ê ser gelê kurd û jinên kurdan pêk tê û wiha got: “Pişt re hemû gel û jinên Tirkiyeyê dixe nava vê xetereyê de. Em dizanin ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pirsgirêka herî mezin ya kurd e. Ji ber vê yekê ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin em têdikoşin. Divê ne tenê gelê kurd, hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re li hemû qadan ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin peywîrê bigire ser milê xwe û li gor wê tevbigere.”
 
PLANÊN QIRÊJ 
 
Aydenîz, gotinên rêveberê rêxistina sûc ê bi dewletê re têkildar Sedat Peker bi bîr xist û wiha axivî: “Îro mafya û çete derdikevin diaxivin. Dixwazin hemû kiryarên xwe yên qirêj bi pirsgirêka kurd veşêrin. Ji ber vê yekê ewil em jin divê em hemû ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi awayekî herî baş bixebitin. Ji ber ku xeta sêyemîn xeta HDK’ê ye. Ji ber ku rêya sêyemîn rêya hevre jiyana hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Heke em îro rêya sêyemîn bixin meriyetê wê pirsgirêkên me çareser bin. Ji ber vê yekê desthilata AKP’ê û MHP’ê êrîşî gelê kurd, jinan, HDP’ê, HDK’ê û DBP’ê dike. Em jî dibejin ku em ê bi hemû saziyên xwe ve di çarçoveya rêya sêyemîn de xwe bi rêxistin bikin. Hemû êrîşên îro tên kirin ser destkeftiyên jinan tên kirin. Ji ber ku dizanin jin çiqas rêxistinkirina xwe mezin bikin civak jî ewqas pêşdikeve û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike. Ji ber vê yekê êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Êrîşî Peymana Stenbolê û pergala hevserokatiyê dikin.”
 
TIRKIYE GIRTÎGEHEKE
 
Aydenîz, da zanîn ku jinên kurd ji bo rêya sêyemîn bedelan didin û wiha got: “Em ê ji niha û şunde jî bedelan bidin. Îro hevserok, hevşaredar û parlementerên me di girtîgehê de ne. Îro çawa hevalên me ji bo hevserokatiyê û wekheviyê di girtîgehan de têdikoşin, em jî wê li qadan têkoşîna vê yekê bidin. Zextên li ser gelên Tirkiyeyê zêde ne. Dixwazin vê jî di çarçoveya polîtîkayên tecrîdê de bikin. Îro Tirkiye girtîgeheke.”
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren jî bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û diyar kir ked û mafên jinan di vê serdemê de hatine binpêkirin. Oneren, bal kişand ser Peymana Stenbolê jî û got ew ê fesixkirina Peymana Stenbolê nas nekin.
 
Berdevka Giştî ya Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Deniz Aktaş jî diyar kir desthilata siyasî êrişa li ser Peymana Stenbolê û mafên wan didomîne û dazanîn ku wan bi têkoşîna xwe Peymana Stenbolê qezenc kirine û ew ê bi têkoşîna jinê ya antîfaşîst, têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî da zanîn ku desthilata AKP-MHP'ê çareseriya rizgariya ji qeyranê, di zextan de dibîne û anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya jinê nû bikin.
 
Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali jî diyar kir ku erdnîgariya Tirkiyeyê bi komkujî, zext û mêtingeriyê tê bibîranîn û wiha got: “Me dizanîbû pergaleke çetewarî heye. Îro hem li vî welatî hem jî li her çar aliyên cîhanê pêdivaya me bi veguhestina têkoşîneke yekgirtî heye.”
 
Endama Jina Demokrat a Nû (YDK) Nurgul Ucî jî destnîşan kir ku ew ê bi jinên HDK'yî û hemû jinan li kolanan bin û li dijî êrişên faşîst bi hev re têbikoşin. 
 
Piştî axaftinan wê konferans ji çapemeniyê re girtî dewam bike.