Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in

img
 
ENQERE - MYK'a HDPê, bi daxuyaniyekê qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîr anîn û diyar kir ku kesên '400 parlamenterî' xwestine berpirsyar in û soza xwe ya darizandina berpirsan dubare kir. 
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 6'emîn salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqerê de daxuyaniyeke nivîskî da û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Di daxuyaniya HDP'ê de hat destnîşankirin ku kesên '400 parlamenterî' xwestine berpirsyar in komkujiyê ne û ev tişt hat gotin: "Soza me li şehîdên 10'ê Cotmehê ye; daxwazên wan ên aştiyê wê teqez pêk werin.Komkujî li dijî daxwaza azadî, demokrasî, aştî û çareseriyê hate kirin. Em kujerên rastî û taşeronên wan jî baş nas dikin. Kujer welê çavsor bûn ku ji mîtînga me ya li Amedê heta rêwiyên Pirsûsê û Dîlokê êrişî dawetê kirin."
 
HDP'ê diyar kir ku taşeronê komkujiyên ku sala 2015'an dest pê kirin çeteyên DAÎŞ'ê jî be, berpirsyarê rastî yên ku rê nîşanî kujeran dan, dijminê demokrasî û aştiyê ne. Di dawiya daxuyaniya xwe de HDP'ê ev nirxandin kir: ""Dîrok, maf û rastî bi me re ne. Li gel komkujiyan hemûyan jî polîtîkayên tarîtiyê bi dawî dibin. Me di têkoşînê de israr kir, me ji qadên xwe yên jiyanê xwe venekişand, me rê neda ku xizmetê ji armancên tarî re bikin, em ê destûrê nedin. Di serî de yên ku me di komkujiya 10'ê Cotmehê de ji dest dan, em soz didin heval û hevrêyên xwe yên ku şehîd bûne; daxwazên we daxwazên me ne, hêvî û xeyalên we emanetî me ne; ji bo xwedîderketina li wan em ê têkoşînê mezin ibkin. Heta ku hesab ji berpirsyarên rastî yên komkujiyan bê pirsîn em ê rêwîtiya xwe dewam bikin. Aştî, azadî û demokrasî wê bi têkoşîna me pêk were."