'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'

img
ENQERE - HDP'ê bi daxwaza ku 10'ê Cotmehê weke "Roja Şîn û Bîranînê" bê îlankirin pêşniyarqanûnek da Serokatiya Meclisê. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo 104 kesên di Komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn bi daxwaza ku 10'ê Cotmehê weke "Roja Şîn û Bîranînê" bê îlankirin, pêşniyarqanûnek da Serokatiya Meclisê.