Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e

img

AMED - Parlementerê CHP û Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Tûran Aydogan, diyar kir ku polîtîkayên "ewlehîparêz" ên îqtidara AKP'ê li girtîgehan bûne sedema dramekê û got: "Îqtidar ji bo van binpêkirinên mafan xwe li ker û lalîtiyê daniye." 

Li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Ji ber vê rewşê, daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ku gotibû "Girtine tevdîrên ji bo başkirina şert û mercên tenduristiya girtî û hikumxwarên nexweş, peywira dewletê ye" bû cihê bertekan. Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) ê Stenbolê û Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Tûran Aydogan, anî ziman ku Wezîr Dad, di daxuyaniya xwe de ne samîmî ye. 
 
‘SEDEMA BINPÊKIRINÊN MAFAN ÎQTIDAR E'
 
Aydogan, diyar kir ku girtîgeh jî di nav de sal û nîveke tevî hiqûqnasan hemû binpêkirinên mafan ên li ji nêz ve dişopînin û sedema van binpêkirinan jî mewzûat in ku hêza xwe ji îqtidara siyasî digirin. Aydogan, destnîşan kir ku ji bo ev binpêkirin ji holê bên rakirin, pêdivî bi îqtidareke li ser asasên demokrasiyê heye. 
 
DRAMA LI GIRTÎGEHAN
 
Aydogan, destnîşan kir ku daxuyaniyên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ên têkildarî girtîgehan da ne gotinine rasteqîn in û daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bibîr xistin. Aydogan diyar kir ku niha ya li girtîgehan diqewime dram e û berpirsiyarê vê jî, hemû sazî û dezgehên xwe li nedîtinê datînin bi xwe ne. Aydogan got: "Ne hewce ye, wezîr daxuyaniyê bide. Di qanûnên me de, hin tevdîrên divê bên girtin hene. Heta hin girtî hene divê ne li girtîgehê, li rehabîlîtasyon û nexweşxaneyê bin. Îqtidar di vî warî de xwe li ker û lalîtiyê daniyye. Daxuyaniyên bi vî rengî tên kirin, lê di pêkanînê de bi awayekî din tevdigerin." 
 
Aydoganî destnîşan kir ku ev daxuyanî di heman demê de tê wateya qebûlkirina prisgirêkên li girtîgehan û wiha domand: "Wezîrekî îqtidareke 19 salan heger bibêje 'em ê vî tiştî, wî tiştî bikin', di heman demê de tiştên 19 sal in nekirine dubare dike. Ji bo neşter li vê lareşiyê bikeve, ne hewce ye mirov hiqûqnas be. Mirov, mirov be bes e. Welatiyên me yên di girtîgehan de jî xwedî rûmet in." 
 
POLÎTÎKAYÊN EWLEHÎPARÊZ
 
Aydogan, diyar kir ku sedema îşkence û meuameleya xirab a li girtîgehan, polîtîkayên "ewlehîparêz" ên îqtidarê ne û got: "Atmosfereke ewlehîparêz a ku muameleya xirab wêrek dike heye. Ev îqtidar jiyana xwe bi rêbazên ewlehîparêz didomîne, nexwe ne mimkun e ku pêşî li ber îşkence û muameleya xirab bigire." 
 
‘HEGER QANÛN PÊK BÊ...'
 
Aydogan, ji bo neberdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî jî nerazîbûna xwe anî ziman. Aydogan, ji bo vê jî bal kişand ser mînaka "doza trîlyonên winda" ya Necmettîn Erbakan. Aydogan, bibîr xist ku ji ber ku Erbakan bi temenê xwe mezin bûye, di sala 2008'an de cezayê wî bi hepsa malê hatiye înfazkirin. 
 
Aydogan got: "Tişta wê demê hat kirin rast bû, mirovane bû. Ez bang li îqtidarê dikim ku tiştên wê demê kirin, niha jî pêk bîne. Ji dêvla mirovekî 84 salî bi awayekî kelemçekirî derî bi derî bigerînin, bila hin hikmên di qanûna înfazê de hene pêk bînin. Ev peywira serokkomar e jî. Divê girtiyên di vê rewşê de daxilî nav efûyê bike. Heger ev yek bê kirin, dê dramên bi vî reng rû nedin." 
 
MA / Ergîn Çaglar