Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tayyîp Erdogan ê ku di siyaseta hundir û derve de têk diçe, piştî hevdîtina li Soçiyê, li pey hev sînyalên operasyonê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. Tirkiye ku ji DYA û Rûsyayê piştgiriyê dixwaze, di hedefa wê de Til Rifat û Minbic heye. 

Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan serdana Amerîkayê û Rûsyayê kir. Piştî van serdanan sînyalên operasyonek nû ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. Erdogan û rêveberên xwe berê jî heman daxuyanî ango sînyalan ji bo operasyonên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dabûn. Daxuyaniyên dişibin wan daxuyaniyan dîsa li pey hev tên dayîn. Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Millî (MÎT) Hakan Fîdan gotibû, “Rageşî derxistin rehet e. Em ê ji aliyê Sûriyê çend hawanan biavêjin vî alî.” Niha jî li gorî gotinên Fîdan hin geşedan li pey hev pêk hatin. Di 8’ê cotmehê de li Cerablusê di du êrişên bombeyî de 2 kes mirin û 15 kes birîndar bûn. Di 9’ê cotmehê de li Ezazê li dijî wesayîtek zirxî êrişek pêk hat û polîsên tîmên taybet Cîhat Şahîn û Fatîh Dogan hatin kuştin û 2 polîsên tîmên taybet jî birîndar bûn. Di 11’ê cotmehê de jî li Efrînê êrişek bombeyî pêk hat û 4 kes mirin. 
 
SÎNYALÊN OPERASYONÊ 
 
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê îdia kir ku êriş li Til Rifatê ji aliyê YPG’ê ve hatiye krin. Tayyîp Erdogan jî di 11’ê cotmehê de piştî civîna kabîneya xwe daxuyanî da û gotibû, “Tehemula ji bo hinek cihên di mahiyeta çavkaniya êrişên terorê yên ji Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê ne, nemaye. Em bi biryar in ku gefên ji wê derê peyda dibin ya tevlî hêzên li wê derê çalak in û yan jî bi derfetên xwe berteref bikin."
 
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî duh daxuyanî da û wiha got: “Ji bo ku terorîst ji vê herêmê bên paqijkirin çi hewce dike em ê bikin. Di êrişên tên kirin de berpirsiyariya Rûsya û Amerîkayê jî heye. Amerîka û Rûsya li ser sozê xwe nesekinîn, em ê jî êdî xwe bi xwe navika xwe bibirin.” 
 
HELWESTA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ 
 
Ji aliyê Tirkiyê ve ji bo operasyonek nû peyamên bi vî rengî tên dayîn. Her kes meraq dike ku wê helwesta Amerîka û Rûsyayê yên li qadê ne di vî warî de wê çawa be. 
 
Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê rewşa Tirkiyê ya li Sûriyê de di 7’ê cotmehê de daxuyaniyek da û gotibû, “Operasyonên Tirkiyê yên li Sûriyê, peşkê li têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê dide.” Biden biryar da ku ew ê mayîna xwe ya li Sûriyê bidomînin. 
 
Erdogan û Putin di 28’ê îlonê de li Soçiyê hevdîtinek krîtîk a rûbirû kirin û di rojeva wan sereke de jî Sûriye hebû. Putin Idlibê danî ser maseyê û Erdogan jî Bakur û Rojihlatê Suriyê danî ser maseyê. Rûsyayê ji bo dawîanîna li Idlibê di her carê de ji Tirkiyê û grûpên wê çekdar re dixwaze ji wir derkevin. Tirkiye heta îro viya pêk neaniye. Tirkiye ango Erdogan di hevdîtina dawî de ji bo ew dev ji Idlibê berdin li şûna wê Til Rifat û Minbicê xwest. Erdogan ê ku di siyaseta hundir û derve de tengav bûye, ji bo ku îqtidara xwe li ser pêya bigire, ka wê diyar bibe tişta ku ji Soçiyê xwestiye bi dest xistiye an na. 
 
AMADEKARIYA DAGIKIRINEK NÛ 
 
Nivîskarê Rojnameya Ozgur Polîtîkayê Ferda Çetîn di nivîsa xwe ya kuncikê rojnameyê de îro li ser vê mijarê rawestiya. Çetîn di sernivîsa xwe ya “Amadekariya dagirkirinek nû tê kirin” wiha dibêje: “Di êrîşek gengaz a dagirkirinê de, gelo dê Amerîka û Rûsya vê carê, mîna êrişa berê, bêdeng bimînin? Dê qada hewayî ya Sûriyeyê careke din ji tifaqa Tirkiyê/DAIŞ’ê bê vekirin, ku di şerê bejahî yê li dijî hêzên YPG/YPJ û QSD'ê de gelek caran têk çûye?” 
 
Çetîn di berdewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje: “Tayyîp Erdogan û tifaqa TSK/DAIŞ’Ê piştî ku vê îhtîmalê misoger bikin dikarin êrişek nû bikin. Dîtin ku tu encamê ji şerê li Başûrê Kurdistanê nagirin, dîsa rêya xwe zivirandin Rojava û cihê di hedefê de jî Til Rifat tê dîtin. Rastiya ku di van demên dawî de gelek generalan daxwaza teqawidiyê kirine, hin ji wan dev ji Hêzên Çekdar ên Tirk berdane, nav û jimara wan bi berdewamî têne veşartin, bi ciyawaziya nerînan di êrişa nû ya dagirkirina xaka Sûriyê de têkildar in.” 
 
ERDOGAN KETIYE NAVA ŞERÊ XWE RIZGARKIRINÊ 
 
Ferda Çetîn destnîşan kir ku Erdogan xwe ji bo şerekî nû amade dike û wiha got: “Heger ku êrişek bi vî rengî çêbibe, dê encam û bedelê wê ji bo Tirkiyeyê çi be? Ev mesele ne di xema Erdogan de ye. Ev zilamê ku ji karmendiyek ji rêzê tayînî dîktatoriya qesrê bûye her roj encama rapirsiyan û rêveçûna Tirkiyê dibîne û bi taybetî dibînin ku wê di hilbijartinê de bi ser nekevin. Ew baş dizane ku ew bi hilbijartineke asayî nikare bibe desthilatdar. Ew difikire ku yekane rê ji bo pêşîgirtina li vê hilweşînê û rizgarkirina xwe û malbata xwe dê li cihekî 'serketina leşkerî' be.”