Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek rewşebîrên Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP'ê kirin û piştgirî dan HDP'ê. 
 
Bi armanca piştgirî û pîrozkirina salvegera damezrandinê HDP’ê komek rewşenbîr, akademîsyen û kesayetên siyasî yên Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kirin. Rewşenbîrên Başûr li dijî êriş û zextên Tirkiyê piştgirî dan têkoşîna siyasî ya HDP’ê.
 
HDP ku di 15’ê Cotmeha 2013’an de hatiye damezrandin, dikeve sala xwe ya 9’emîn. Bi boneya salvegera damezrandina HDP’ê komek rewşenbîr, akademîsyen û kesayetên siyasî yên Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kirin.
 
Şandeya ji kesayetên wekî Kawa Nadir, Qadir, Îdrîs Xidir, Dr. Qasim Merzanî, Elî Siyasî û Bextiyar Şabî pêk dihat,piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna HDP’ê ya ji bo doza kurd ragihandin.
 
Şandeya rewşenbîran di serdanê de diyar kirin ew zordariya li HDP’ê tê kirin qebûl nakin û şermezar dikin.