Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye

img

ENQERE - Hişyar Ozsoy ê HDP'î destnîşan kir ku AKP li Sûriyeyê tengijiye û got: "Heger di vê rola xwe ya rûxîner de israr bike, dê rojên zehmet li benda Tirkiyeyê bin." 

Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, piştî civîna dawî ya kabîneyê sinyalên operasyonekê da li hemberî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî Erdogan, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû jî di daxuyaniya xwe ya duh de got, "Em ê xwe bi xwe navika xwe bibirin." 
 
Hevberdevkê Karên Derveyê yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, anî ziman ku Serokkomarê AKP'î Erdogan li Soçiyê xwestiye ji xwe re hinekî din jî wext bi dest bixe û got: "Li Îdlibê hem ji aliyê Rûsyayê hem jî ji aliyê Sûriyeyê ve êrişên cidî hene." 
 
‘JI TIRSA ÇÛ RÛSYAYÊ'
 
Ozsoy, bibîr xist ku di dema serdana Erdogan de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, gotiye dê israr bikin ku ji bo Tirkiye girêdayî teahudên wan be û got: "Bi qasî ku em jê fêm dikin, Tirkiye hin soz dane Rûsyayê û sozên xwe neaniye cî. Di demên dawî de Efrîn jî di nav de li hemberî gelek herêmên ku Tirkiyeyê ew dagir kirine, gelek liv û tevgerên eskerî hene. Hem ji hêla Rûsya hem jî ji hêla hêzên Sûriyeyê ve. Ji tirsa çûn wê derê û xwestin ji xwe re hinekî din jî wext bi dest bixin. Gotin, ji bo gaza xwezayê, ji bo bazirganiyê çûne. Lê bala xwe bidinê, Erdogan bi tena serê xwe hevdîtin kir û heyeta wî daxilî nav hevdîtinê nehat kirin. Em nizanin bê ka di vê hevdîtina bi tena serê xwe kiriye de çi bazarî hatine kirin. Wer xuya ye baweriya wî bi yê herî nêzî wî jî nayê." 
 
PEYMAN
 
Ozsoy, destnîşan kir ku di warê Îdlibê de li Sûriyeyê geşedanine cidî rû didin û ji bo şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe DYA û Rûsya ber bi peymanekê ve diçin û got: "Dibe ku di nêz de Tirkiye ji ber van polîtîkayên xwe yên bi nakok û dema şer dirêj dikin, leqayî DYA û Rûsyayê bê. Êdî rayedarên Sûriyeyê ji bo derketina Tirkiyeyê bi dengekî şid diaxivin. Li Sûriyeyê di navbera hêzên mezin de peymanek çêdibe. Ev yek jî qada liv û tevgerê ya Tirkiyeyê pir teng dike."
 
‘LI ÎDLIBÊ ASÊ BÛ'
 
Ozsoy, ragihand ku rêveberiya Şamê hewl dide ku pirsgirêkên xwe yên bi welatên ereb re jî çareser bike û polîtîkaya Tirkiyeyê li Îdlibê asê bûye. Ozsoy, ji bo rewşa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê anî ziman ku ji roja hatiye Sûriyeyê heya niha tu tişt bi ser tu tiştî nexistiye û çendî gelek pirsgirêk di hemêza Tirkiyeyê de ne, lê dîsa jî Erdogan ji dêvla derketinê hewl dide li Sûriyeyê bimîne. 
 
Ozsoy, wiha domand: "Hêzên navneteweyî û Sûriye, êdî hêdî hêdî dibêjin bila Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve. Ev yek dibe ku wekî desthilanînekê jî bê xwendin. Niha di pratîkê de operasyoneke wisa nexuya ye. Di 5-6 salên dawî de, karakterîstîkek polîtîkaya derve ya Erdogan û Tirkîyeyê heye. Ew jî, derdorê bera hev bide, tansiyonê zêde bike. Ev, derûniya zarokan e ku dixwazin hin kes bi wan re mijûl bibin. Li Rojhilatê Behra Spî doza eleqeyê dike. Lewma keştiyan li wê derê dibe û tîne. Hewl dide pêwendiyê bi Amerîkayê re deyne. Sewta xwe qalind dike, hewl dide rageşiyê zêde bike. Bi vî awayî dixwaze balê bikişîne." 
 
‘GER DI ROLA XWE YA RÛXÎNER DE ISRAR BIKE, DÊ ROJÊN ZEHMET LI BENDA TIRKIYEYÊ BIN'
 
Ozsyon, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye di 10 salên dawî de hewl daye ku sûd ji nakokiyên di navbera DYA û Rûsyayê de bigire û got: "Ev hewldanên Tirkiyeya ku endameke NATO'yê ye, hem derb li têkiliya xwe ya bi NATO'yê re hem jî li ya bi Amerîkayê re xistiye. Bawerî û qinyateke ku dê ev yek bi Erdogan re çareser bibe nîn e. Demek berê em li Lîzbonê tevli danişîna Parlementoya NATO'yê bûn. Sekreterê Giştî yê NATO'yê jî li wir bû. Delegasyona Tirkiyeyê diyar kir ku ji bo li Îdlibê hevsengiya di navbera penaberan û Rûsyayê de çêbikin, li wir in. Lê wekî dibêjin, piştgiriyeke wisa mezin a NATO'yê ji bo wan tune ye. Di dema mudaxileyên li Sûriyeyê de dem bi dem ew û NATO'yê jî li ber pozê hev sekinîn. Yanî li Sûriyeyê ji bo Erdogan zemîneke ku her diçe teng dibe heye. Heger biaqil be, divê bi mantiqa ji ku derê vegere baş e, tev bigere. Belkî gava li Sûriyeyê denklemeke siyasî ya nû çêbibe, bi awayekî qismî karibe roleke çêker bilîze. Lê heger rabe û di rola xwe ya rûxîner a heya niha de israr bike, dê rojên zehmet li benda Tirkiyeyê bin." 
 
MA / Bêrîvan Altan