Sancar: Em ji berfirehkirina siyaseta demokratîk re amade ne

img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ew amade ne hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ku pirsgirêka Kurd jî di nav de ye çareser bikin û siyaseta demokratîk bi pêş bixin.

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di çarçoveya Diyalogên Tîgirîsê de beşdarî civîna Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) a bi navê "Li Tirkiyeyê helwesta muxalefet û HDP'ê" bû. Di civînê de parlamenterên bajêr Semra Guzel û Îmam Taşçier û nûnerên gelek saziyên sivîl jî amade bûn. 
 
Serokê DÎTAM'ê Mehmet Vûral ku axaftina vekirinê kir, bi bîr xist ku pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê derdorên siyasî û hikûmet bêyî çareseriya pirsgirêka kurd nikarin bi pêş ve biçin. Divê ev bi awayekî bi dawî bibe. Divê hemû sektor, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar tevkariyê li çareseriya vê pirsgirêkê bikin. Pêvajoya çareseriyê, pêvajoya bêdengkirina çekan da destpêkirin. Lê rast nekirin. Serokkomar dema ku şîret li Talîbanê dike 20 milyon nifûsa kurd li ber çavan nagire. Niha divê çek êdî bên bêdengkirin. Divê êdî rêyek bê dîtin.” 
 
'EM RÊBAZAN DI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKIN'
 
Piştî Vûral Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî û diyar kir ku Tirkiye bi krîzên pir rengî re rû bi rû ye û wiha got: “Ev krîz hem xwedî stûnên civakî ne hem jî xwedî pîvanên siyasî û aborî ne. Wezîfeya siyaseta demokratîk û hêzên civakî ye ku çareseriyê ji van krîzan re bibînin. Ji bo ku em ji van krîzan re çareseriyê bibînin em bi rê ketin. Em jî li gorî xwe çareseriyan pêşniyar dikin. Bêguman em siyaset û rêbazên xwe jî li gorî şert û mercên her serdemê di ber çavan re derbas dikin. Divê em wisa bin. Ji ber ku em ji HDP'ê re dibêjin partiya gelan û hem jî partiya demokratîk. Em muzakereyê weke cewhera siyaseta demokratîk dibînin. Muzakere di heman demê de mijareke ziman e. Em serdema nû weke hewldaneke gelekî zelaltir bi nav dikin ku bi hemû beşên civakê re danûstandinan bikin. Ez dixwazim bînim bîra we ku divê em danûstandinê bi awayekî teng fêm nekin. Dema mijar muzakere be, bi giştî li dora maseyekê ye û diyalogeke taybet tê fêmkirin. Belê, muzakere dikare bi vî awayî tevlê bibe. Lê ji vê pir zêdetir e. Hewldaneke ji bo fêmkirina pirsgirêk, pirsgirêk, tirs û fikarên beşên cuda ye. Rêbaza afirandina ziman ji bo vê hewldanê, di heman demê de banga pêşvebirinê yan jî vexwendinekê ye." 
 
HDP JI BO ÇARESERIYÊ AMADE YE
 
Sancar, destnîşan kir ku ji bo çareserkirinê pêdivî bi gavên nû heye û ev tişt anînz ziman: “Bi kurtasî em jê re dibêjin destpêkeke nû ya demokratîk. Me deklarasyona xwe bi vê têgihiştin û ruhê xwe amade kir. Em ne tenê bi pirsgirêka kurd re eleqedar in, di heman demê de pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye re jî eleqedar in. Pirsgirêka kurd bêguman pirsa nasnameyê ye û ew jî meseleyeke çandî ya aborî ye. Bandorên wê yên cuda hene ku li tevahiya welatê em lê dijîn belav dibe. Armanca me ew e ku em hevpariya herî berfireh a demokrasî û aştiyê biafirînin. Ne tenê armanceke hilbijartinê ye, polîtîkayek e. Em dizanin ku hilbijartinên pêşwext dibe ku di dîroka Tirkiyeyê de ya herî krîtîk be, çi dema were kirin jî. Em jî di wê baweriyê de ne ku partiya me û gelê kurd wê di vê hilbijartinê de bi biryar be. Em difikirin ku em ê vê çawa veguherînin hêza çareseriyê. Siyaseta demokratîk bingeha çareseriyê ye. Hem demokratîkbûyîna dewletê hem jî rê li ber aştiya demokratîk a li ser pirsa kurd vedike, di heman demê de tê wateya berfirehkirina vê siyaseta demokratîk. HDP ji berfirehkirina siyaseta demokratîk re amade ye." 
 
Civîn piştre ji bo bersivandina pirsan dewam kir.