HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir

img
MÊRDÎN - Parlamenter û rêveberên HDP’ê di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de li Nisêbînê serdana gel û esanfan kir û li pirsgirêk û pêşniyazên çareseriyê yên esnaf û xelkê guhdar kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de îro serdana navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kir. Şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Pero Dundar, Garo Paylan, Necdet Îpekyuz û Ridvan Tûran û rêveberên HDP’ê pêk dihat serdana esnafan û xelkê Nisêbînê kir. Di sohbetên derbarê aboriyê de bi esnafan re hat kirin, diyalogên girîng derketin holê. 
 
Esnafan diyar kir ku ji ber fiyeta tiştan biha bûye ew nikarin kar bikin û bertek nîşanî gotinên îqtidarê ku dibêjin aborî baş e dan. Esnafan pirsgirêk û pêşniyazên çareseriyê ji şandeya HDP’ê re vegotin û xwestin rewşa wan baş bibe.
 
Garoya Paylan di serdana esnafan de destnîşan kir ku bi têkoşînek bi hev re wê îqtidara AKP’ê bişînin û çûna îqtidarê nêz e. 
 
Welatiyan şandeya HDP’ê bi coş oxir kirin.