HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir

img
ÊLIH - Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî, ji bo kongreya ku roja Yekşemê were lidarxistin banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Bi dayina daxuyaniya li kolanê re me xwest bersivê bidin kesên ku kolanan weke objeyeke tirsê nîşan didin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê têkildarî 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî ku dê di 16’ê Çileyê de li dar bixe, li pêş avahiya partiya xwe daxuyanî da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementer Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Ruştu Tiryakî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de parlementerê HDP’ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî axivî. 
 
BANGA TEVLÎBÛNA KONGREYÊ 
 
Tiryakî, bal kişand ser doza girtina derbarê partiya wan de hatiye vekirin û wiha got: “Em îro ji hemû hewldanan re dibin bersiv. Em bi rêxistinkirinê dibin bersiva kesên dixwazin partiya me bigirin. Di xebatên ji bo kongreyê tên kirin de em girêdayîna gel a partiya xwe dibînin.”
 
Tiryakî, banga tevlîbûna kongreyê kir û wiha axivî: “Di rastiyê de partiyên siyasî ji bo kongreyê dernakevin kolanan û daxuyaniyê nadin çapemeniyê. Bi dayina daxuyaniya li kolanê re me xwest bersivê bidin kesên ku kolanan weke objeyeke tirsê nîşan didin. HDP partiyeke ku ji rojhilat heta rojava deng bi dest xistiye. Her dengê hatiye dayîn weke şîrê spî helal e. Em ê bersivê bidin wan kesên ku bi komployan û rêya dadgehan dixwazin partiya me bigirin. Ji bo ku kongre xurt derbas bibe heta roja kongreyê em ê li qadan bin.”