Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê

img
ENQERE - Fezlekeya derbarê Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de hat amadekirin, şandin Serokatiya Meclîsê. 
 
Derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de fezleke hat amadekirin. Fezleke duh ji Wezareta Dadê şandibûn Serokkomariyê û îro jî hat ber destê Serokatiya Meclîsê. 
 
Fezleke bi îdiaya ku Guzel “endama rêxistinê ye” hatiye amadekirin û wê bişînin Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê jî. Tê payîn Komîsyon li ser fezlekeye nêrînê xwe diyar bike û pişt re jî bişînin Desteya Giştî ya Meclîsê. Ku li Desteya Giştî destnedayîna Guzel were qebûlkirin dê rê li ber darizandina wê bê vekirin. 
 
Medya ku berdevkiya îqtidarê dike wêneyên Guzel ku di sala 2014’an de li gel endamê PKK’ê Volkan Bora hatibûn girtin serwîs kiribû û hedef hat nîşandan.