Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Hikmet Hatîp diyar kir ku polîtîkayên dersînorkirinê yê ku PDK'ê li herêmê li hemberî siyasetmedar û endamên wan bi rê ve dibe bi daxwaza Tirkiyeyê pêk tê û got: "Bi van kirinan dixwaze ku alîkariyê bide Tirkiyeyê. Tu ferqa AKP û PDK’ê ji hev tune ye.” 

Tirkiye ji 23’ê Nîsana 2021'an ve li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve operasyon dabû destpêkirin û ev operasyon didomin. Li gel destpêkirina van operasyonên leşkerî li bajarên başûrê Kurdistanê aloziyên siyasî, aborî û civakî jî kûrtir dibin. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku li herêmê bi hevkariya Tirkiyê tevdigere, êrişên xwe yên li dijî kes û siyasetmedaran jî berdewam dike. PDK’ê ku li her qadên demokratîk êrişên xwe zêde dike vê carê jî bi girtin û sirgûnkirina siyasetmedarên kurd, hewl dide ku dengên wan qut bike.  
 
Heta niha 15 endam û nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine derbajêrkirin û dersînorkirin. Ji van gelek jî radestî Tirkiyeyê hatine kirin. Li Tirkiyeyê ku li dijî HDP'ê girtin û binçavkirinan berdewam dike, heman pêkanînê li Herêma Kurdistanê jî ji aliyê PDK'ê tên meşandin. Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Hîkmet Hatîp têkildarî zextên PDK'ê yên li dijî HDP'ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'ÊRIŞÊN LI BAŞÛR JI YÊN TIRKIYEYÊ NECUDATIR IN’ 
 
Hatîp, diyar kir ku armanca van polîtîkayan bêdengkirina partiya wan e û wiha axivî: "Em vê helwesta li hemberî partiya me û endamên me dijminane dibînin. Em vê yekê qebûl nakin. Li Tirkiyeyê her endamek me ji ber ku li dijî vê hişmendiya îqtidarê têkoşîn kirine hatin darizandin û ceza li wan birîn. Her endamek me ji ber zext û zordariyên dewleta tirk hatine vir û têkoşîna xwe ya siyasî li vir didomînin. Kesên ku ji bo gelên kurd û Tirkiyeyê têdikoşin didin bi helwesteke bi vî rengî re rûbirû ne. Em vê qebûl nakin. Ev êrişên li dijî endamên me û partiya me yên li herêmê ji yên Tirkiyeyê ne cudatir in. Li herêmê herî kêm 100 endamên me hene. Li Tirkiyeyê gelek kesên ku cezayên siyasî girtine û li vir dijîn hene. Lê piraniya wan êdî xwe li vir ewle nabînin û nikarin siyasetê bikin. Ev der ne ewle ye ji ber vê gelek ji wan nasnameya xwe vedişêrin. Heta niha 25 endamên me ji Hewlêrê sirgunî Silêmanî, Zaxo, Duhok û bajarên din kirin.  Ji van 4 kes jî sirgûnî Rojava kirine. Hevalekî me teslîmî Tirkiyeyê kirin.”
 
'ÇIMKÎ RÊYA SÊYEMÎN KÊRÎ WAN NAYÊ'
 
Hatîp, bêdengiya hêzên navnetewî  ya li dijî van zextan jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Nêzî 25 hevalên me niha sirgûna navxweyî dijin.  Ji endamek me re jî 7 sal cezayê girtîgehê birîn. Yek ji sedemên bêdengiya hêzên navneteweyî jî ew e ku êrişên herêmê nabin rojev. Sedemek din jî şerê li Rojhilata Navîn e. Em dizanin şerê ku li herêmê diqewime bi daxwaza hêzên navneteweyî ye jî. Felsefeya rêya sêyemîn a HDP'ê wê guhertineke radîkal bi xwe re bîne. Rêya sêyem kêrî hêzên navnetewî nayê. Ji ber wê jî tercîh dikin ku bêdeg bimînin."
 
‘LI TIRKIYEYÊ AKP, LI KURDISTANÊ PDK’ 
 
Hatîp, da zanîn ku bi ferzkirina polîtîkayên sîxûrtiyê tê xwestin ku endamên wan teslîm bigirin û got: "Li herêmê ferzkirina sîxurtiya ku ji aliyê MÎT'ê ve tê birêvebirin tê fêmkirin. Ji ber ku ew hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava dike. Lê dema ku ev bi destê PDK'ê pêk tê ne tişteke ku em qebûl bikin e. Çimkî ew bi xwe kurd in. Lê mixabin PDK li dijî êrişên ser kurdayetî û Kurdistanê bêdeng eye. Dixwaze bi van polîtîkayan alîkariya bide Tirkiyeyê.  Li Tirkiyeyê AKP, li Kurdistanê jî PDK li hemberî partiya me polîtîkayên dijminane dide meşandin. PDK ji bilî xwe tu kurdekî napejirîne. Sedemeke din a ku li ser endamên me sîxurtiyê ferz dike jî ew e ku ji demokratîkbûnê ditirsin. Kurd xwedî çandeke berxwedêrin û hêza wan a guhertinê heye. Lê ev hişmendî dûrî vê kevneşopiyê ye. Weke Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê, me metirsiya vê helwestê ji rayedarên pêwendîdar re vegot. Lê di rastiyê de muxatab tune ne. Ji ber ku her kes navnîşanekî nîşan dide. Ev jî tê wê wateyê ku her sazî bi serê xwe hikûmetek e, bi serê xwe dewletek e."
 
MA / Zeynep Dûrgût