Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir

img
ÊLİH - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di kongreya partiya xwe ya Êlihê de bertek nîşanî tecrîdê da û ev tişt got: "Heke hûn ji xwe bawer in sinqoqan deynin, Em bi her awayî amade ne. Em ji rêvebirina welat re amade ne."
 
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, li eywaneke dewetê ya bajar 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi şîara "Niha Dema HDP'ê ye" li dar xist. Di kongreyê de pankartên "Em HDP'î ne li her derê ne, niha dema HDP'ê ye" , "Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzm têk bibin û tecrîdê bişikînin" û "Me bi ciwanî dest pê kir, em bi ciwanî bi ser kevin" hatin daleqandin. Eywan bi wêneyên Garîbe Gezer, Aysel Tûglûk û Sakîne Cansiz hat xemilandin. 
 
Parlamenterên HDP'ê û nûnerên TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, CHP, Partiya Pêşerojê û Demokrat Partiyê jî di nav de gelek kes tevlî kongreyê bûn. Bi hezaran kes beriya destpêkirina kongreyê hatin ber derê eywana kongreyê û li ber def û zirnê govend girtin. Jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî kongreyê bûn. Girseyê timik dûrişmeya "Bijî berxwedana HDP’ê" berz kirin. Piştî avakirina dîvanê kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Di destpêka kongreyê de hevserokên HDP'ê yên Êlihê Fatma Ablay û Omer Kûlpû axivîn û spasiya beşdarên kongreyê kirin û di axaftina xwe de bal kişandin ser têkoşînê. 
 
Axaftin timik bi dûrişmeyên “Bîjî serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin birîn. 
 
'HDP HÊVÎ YE'
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan destpêkê xelkê berxwedêr ê Êlihê, jin û ciwan silav kir û got, "Yên ku hewl didin HDP'ê krîmînalîze bikin bila bala xwe bidin Êlihê. Bila bala xwe bidin vî gelî, vê salonê. Em bi we re xurt in. Hêz, îrade û biryardariya xwe ji xelkê Êlihê werdigirin." Bûldan got, "Yekane hedefa êrişan HDP ye, gelê me ye ku xurt dibe. Eger tenê ji sedî 5 ê van kiryarên li dijî partiya me li AKP'ê hatibûya kirin, îro tiştekî bi navê AKP'ê nedima. HDP li vî welatî hêvî ye, xwe dide ber çareserkirina pirsgirêkan hemûyan. Tenê partiyek heye ku aştî, demokrasî, azadî, maf, hiqûq û edaletê dixwaze, ew jî HDP ye."
 
PEYAMA OCALAN
 
Bûldan, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku gotibû 'hefteyekê bidin min, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim' û got, "6 sal derbas bûn, ji sala 2015'an û vir ve hûn tecrîdê lê ferz dikin. Hûn qanûnên xwe jî bi cih nînin. Qanûn li pêşiya hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzerên xwe ne asteng in. Bi sedemên kêfî hûn li Îmraliyê tecrîdê ferz dikin. Ji bîr nekin, ev tecrîd sûcê li dijî mirolvahiyê ye. Em vî sûcê li dijî mirovahiyê ti carî qebûl nakin. Divê ev sûcê li dijî mirovahiyê tavilê bi dawî bibe, tecrîd bê rakirin û di serî de li Îmraliyê li ku derê tecrîd hebe divê bê qedandin."
 
HILBIJARTINA PÊŞWAXT
 
Bûldan bal kişand ser nîqaşên têkildarî hilbijartinên pêşwext û got, "Em careke din dibêjin ku li vî welatî êdî dem hatiye ku hilbijartineke pêşwext bê kirin. Gelên Tirkiyeyê hilbijartinê dixwazin, lê belê yên ku li ber xwe nakevin hilbijartinê pêk nînin.Em ji vê derê bang dikin; eger hûn ji xwe bawer dikin biryara hilbijartinê bidin. Em bi hev re serî li gel bidin, em ê bibînin bê gel tercîha xwe li aliyê kê datîne. Em bi her awayî amade ne. Em ji Êlihê eşkere dikin ku ji hilbijartinê re amade ne. Sibe yan jî piştî mehekê hilbijartin bê kirin, HDP ji rêvebirina welêt re amade ye."
 
Piştî axaftinan rêveberiya nû ya bajar hat hilbijartin û Huseyîn Sarik û Huriyet Kaytar bûn hevserokên nû yên Êlihê.