Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin

img
AMED - Ji bo mitînga ku wê HDP li Qada Stasyonê li dar bixe li 4 navçeyan belavok hatin belavkirin. 
 
Di 22'ê çileyê de HDP wê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Qada Stasyonê ya Amedê mitîng li dar bixe. Di çarçoveya xebatên mitîngê de li navçeyên navendî Sûr, Rezan, Yenîşehîr û Peyasê yên Amedê belavok hatin belavkirin. Dema belavkirina belavokan timik dûrişmeyên "Bijî berxwedana HDP'ê" û “Amed ranekeve li HDP'ê xwedî derkeve" hatin berzkirin.