Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir

img
ENQERE - Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bhaçelî, amediyên ku bertek nîşanî avakirina daristana li ser navê wî dan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir. 
 
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di komcivîna xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxandin. Bahçelî, bi zimanekî tund axivî û bertek nîşanî xebatên muxalefetê da û heqerat li nûnerên muxalefetê kir. Ji ber ku li dijî daristana ku tê xwestin li Amedê bê avakirin dertên, daxuyanî didin û çalakiyan li dar dixin di hedefa Bahçelî de amadî jî hebûn. Bahçelî, înkara xwe ya kurdan dubare kir û angaşt kir ku Amed warê tirkan e û bertekên amadiyên ên li dijî xwe jî li xwe xayîl nanî û  amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir.