Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derbarê daxuyaniya Îmraliyê ya Erdogan de axivî û got: “Em ê heta dawiyê piştevaniya hevdîtinên li Îmraliyê bi riya diyalogê werin birêvêbirin bikin. Lê belê ew kesên li aliyekî tecrîda girankirî disepînin û li aliyekî jî qala Îmraliyê dikin jidil nabînin.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Bûldan di destpêka axaftina de bi bîr xist ku salvegera 15’emîn a qetilkirina Hrant Dînk e û wî bibîr anî û got: “Kuştina Hrant Dînk kuştinek plankirî bû.” 
 
‘ÎQTIDAR JI NEDÎTÎ VE TÊ’ 
 
Bûldan bal kişand ser geşedanên aboriyê û destnîşan kir ku îqtidar nerazîbûna gel a li dijî krîza aborî û bihabûna her tiştî ji nedîtî ve tê. Bûldan got îqtidara AKP’ê nabîne ku êdî çîrokên wan ên derewan dikin qediyaye û dem dema wê ye ku her kes bêje ‘dest ji van derewan berdin’ û hesab ji îqtidarê bixwazin. 
 
‘MÛÇEYÊN ÇETEYÊN OSO’YÊ RADIZÎNIN’ 
 
Bûldan bal kişand ser fatûreyên xelkê ku êdî biha tên û got: “Binêrin ev fatûre ber bi ku ve diçin, ez wan yek bi yek rêz bikim. Bi beşek ji bihayê fatûreyê, lêçûnên ceyranê yên çeteyên OSO’yê yên li Idlibê tê razandin û mûçeyên wan tê dayîn. Ew refleksên mezin ên li ser fatûreyan wekî tevkariya TRT’ê têne bikar anîn. Wan para OSO’yê li fatûreyan zêde kirine. Ceyrana li Idlibê ji Tirkiyeyê bi bihayekî gelek erzan tê dabînkirin ku divê her kes bizanibe. Beşek din ê fatûreyê ji bo Qesra Îsrafê tê bikaranîn. Mesrefa roniya qesrên xwe ji xelkê digirin. Ne qediyaye. Bi beşek ji bihayê fatûreyê, heqê garantiya îhaleyên ku li alîgiran têne belavkirin.” 
 
HETA AKP-MHP NEÇE ABORÎ REHET NABE 
 
Bûldan destnîşan kir ku ew dibêjin heta AKP-MHP, Erdogan-Bahçelî neçin wê rewşa aboriyê jî sererast nebe, wê dawî li pergala talanê neyê ew ê gel di hilbijartina ewil de van bişîne, wê çaxê wê aramî û xweşî were welat. 
 
‘AKP PERGALA ENSARÊ YE’ 
 
Bûldan anî ziman ku yê Enes Kara da kuştinê pergala AKP’ê ya Ensarê ye û pergala TURGEV, TUGVA’yê ye. 
 
‘ÎQTIDAR ŞIRÎKÊ CÎNAYETÊ YE’ 
 
Bûldan bal kişand ser kuştina parêzer Dîlara Yildiz û got vê îqtidara ku Peymana Stenbolê betal kir û piştevaniya zilaman dike bi xwe jî şirîkê vê kuştinê ye. 
 
KEMAL KURKUT 
 
Bûldan bi bîr xist ku ciwanê kurd Kemal Kurkut di Newroza Amedê de li ber çavê her kesî hat qetilkirin û got: “Dadgeha Îstînafê ne kujer lê Kemal Kurkut tawanbar kir. Ji Kemal re got,  ‘çalakgerek êrişkar e’. Ev pergal bi riya darazê kirinên xwe vedişêre. Ev pergal dewama Sûsûrlûkê ye. Ev pergala tunekirina hiqûq û edaletê ye. Gelek mînak hene ku em bidin lê dema me têr nake. Lê gelê me ji nêz ve van geşedanan dişopîne.” 
 
‘KENAN EVREN ENCAM NEGIRT, HÛN Ê JÎ NEGIRIN’ 
 
Bûldan li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî rawestiya û wiha axivî: “Mijarek din jî girtîgeh in. Helbet wek hûn jî dizanin girtîgeh hedefeke din a polîtîkaya li ser jiyana civakî ya li derve ye. Fermana 12’ê Îlonê li girtîgehan tê ferzkirin. 7 cenazeyên bêcan ji girtîgehan derketin. Zîhniyeta bêwijdan û nehiqûqî ya ferzkirinên xwe li ser girtiyan didomîne. Girtiya terkî mirinê dike. Ji ber ku bi polîtîkayên dijminatiyê gef li hevala me ya hêja Leyla Guven a ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan de girtî ye xwar in. 15 kesên ku di nav de hevalên me Fîgen Yuksekdag, Edîbe Şahîn û Gulser Yildirim jî hene, piştî ku Garîbe Gezer a di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, dirûşma ‘Zext nikarim me bêzar bikin’ berz kirin, cezayê dîsîplînê li wan birîn. Gelo hûn li bendê bûn ku hevalên me bêjin, 'Zext me ditirsînin?’ Ma we ev hêvî dikir? Helbet zext û gefên we heta niha nikaribûen bitirsînin û ji niha û pê de jî wê nikaribin bitirsînin. Hîn jî fêm nakin? Kenan Evren nikaribû bi kirinên xwe encam bigire. Hûn ê qet wê encamê negirin.” 
 
‘CIHÊ ME CIHÊ MUZAKEREYÊ YE’ 
 
Bûldan bal kişand ser zextên li HDP’ê tên kirin û got: “HDP bi biryardarî û hêviyek mezin bi gelê xwe re têkoşîna xwe didomîne. Ez careke din destnîşan dikim; Xala ku HDP lê radiweste; zemîna siyaseta demokratîk e. Hûn nikarî HDP'ê bi çek, tundî û pevçûnan ve girê bidin û di wêneyekî wiha de cih bidiyê.  Em ji vir carek din bang li navendên derewan dikin ku bi îftirayan dixwazin partiya me îlegalîze bikin. HDP ji bo diyalog û muzakereyê li qadan e. Zemîna çareseriya demokratîk û aştiyê ye.” 
 
‘EM HETA DAWIYÊ PIŞTGIRIYA DIYALOGA LI ÎMRALIYÊ DIKIN’ 
 
Bûldan li ser daxuyaniya Erdogan a derbarê Îmraliyê de jî wiha got: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî rêbaza li ser diyalog û muzakereyê rêbaza rêya çareseriyê ye. Em ê heta dawiyê piştevaniya hevdîtinên li Îmraliyê bi riya diyalogê werin birêvêbirin bikin. Lê belê ew kesên li aliyekî tecrîda girankirî disepînin û li aliyekî jî qala Îmraliyê dikin jidil nabînin. Li aliyekî hevalên me ku siyaseta demokratîk dikin 
 
Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Îdrîs Balûken, Gultan Kişanak û hemû hevalên me din girtî ne û li aliyê din jî li Îmraliyê tecrîdek girankirî di dewrê de ye. Em nîqaşên li ser vê rewşê rast nabînin. Em gotinên Erdogan ên li ser hevalên me siyasetmedar û Îmraliyê qebûl nakin. Bila her kes vê yekê baş bizanibe. Em ji bo avakirina zemînek çareseriya demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiyek bi rûmet heta dawiyê bi biryardar in.”