Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Îmraliyê û wiha got: “Kî bi micidahî nêzî pirsgirêka kurd nebe, kî rêyên demokratîk pêş nexe û kî di mijara pirsgirêka kurd de bikeve pêşbirka nîjadperestiyê dê pir mezin winda bike.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Meclisê di civîna koma partiyê de rojevên heyî nirxand. Di civînê de Buldan qala krîza aborî û tecrîda li Îmraliyê kir. 
 
Pervîn Buldan anî ziman ku beriya kongreya mezin, civîneke girîng pêk anîne û wiha got: “Belê, em niha di serdemeke wisa de ne ku gelek qala HDP’ê tê kirin. Di serdemeke ku siyaset, hiqûq û nirxên civakî li bin lingan hatine xistin de em têkoşîneke ku rûmeta mirovahiyê, jiyaneke adilane û wekhev di lûtkeyê de digire dest dimeşînin. Ji ber ku HDP nakeve û nikarin têk bibin, hêvî jî têk naçe û nikarin têk bibin. Lewma hemû derdê wan bûye HDP. Zîhniyeteke ku hewl didin HDP’ê li derveyî vê hevkêşiyê bihêlin. Bi HDP’ê gelek mijûl bûn û hêj pê re mijûl dibin. Di dîroka dîktatoriyê ya cîhanê de zext û bêhiqûqiyên nehatine dîtin kirin û hêj jî dikin. Darbe kirin, girtin, qedexe kirin, kuştin, îşkence kirin, dozên kompasê vekirin û hewl dan bêdeng bikin. Niha jî fezlekeya Saliha Aydenîz bi lez û bez şandin Meclisê. Ev jî weke dozeke kompasê li pêşiya me ye.” 
 
‘EM Ê JI BO XEYALA DENÎZÊ BIXEBITIN’ 
 
Bi domdarî Buldan bi boneya salvegera qetilkirina Denîz Poyraz bi bîr anî û wiha domand: “Hemû kes dibîne ku bi milyonan Denîz hene. Denîz a hêja, ji bo pêkanîna xeyalên te em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”
 
‘TU BAHOZAN NEKARÎ HDP’Ê TÊK BIBIN’
 
Di berdewamê de Buldan destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze HDP’yeke ku nikare siyasetê bike, ji gel re nebe hêvî û hatiye tenêkirin bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwestin hêviya guherînê ya mezin a ji 7’ê Hezîran û 31’ê Adaran afirî binax bikin. Lê mixabin ku nekarîn! Nekarîn cisareta siyasî ya HDP’ê û hêviya gelê me bişikînin. Dê nekarin jî. Heta di civînên xwe de jî qala HDP’ê dikin. HDP û biryardariya gel a di têkoşînê de baş nexwendin. Di encamê de çi bû? HDP’ê hêza xwe ya pêşentiyê hîn xurtir kir û her ku diçe xurttir dike. Em ji duh hîn bihêzttir in. Erê rast e gelek bahoz rabûn lê nekarîn me têk bibin. Ji ber ku HDP çinarek e ku rihên xwe kûr berdane nava xakê. Vê çinarê li pêşerojê aj da û niha jî mezin dibe. Ber bi serkeftina fînalê ve em bi gavên bibiryar pêş dikevin.” 
 
DÊ HDP HEVKÊŞA MEZIN DAMEZIRÎNE
 
Buldan, anî ziman ku kî bo xwe çi hesaban dike bila bike lê hevkêşa herî mezin dê ji hêla HDP’ê ve bê damezirandin û wiha pê de çû: “Armanc û rêyên çareseriyê ku HDP’ê danîne pêşiya xwe, ji bo jiyana wekhev û hevpar a 86 milyonan tekane vebijêrke. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dibêje ku bila pergala înkarger, tuneker û yekperest ku bi sedan sala ye êşên giran bi gelan dan kişandin mîna xwe bidome. Armanca wan ew e ku komar nekare demokratîk bibe, aştî ava bibe û edalet pêş bikeve. Partiyên muxalîf ên derveyî me jî li benda restorekirina vê pergala heyî ne. Dibêjin em cihên hilweşiyayîn hinek çêbikin û xwe xelas bikin. Em jî dibêjin ku ev xanî xaniyekî rizî ye. Stûnên wî hildiweşin. Xuyaye ku di dema çêkirina wî xanî de dizî hatiye kirin. Bingehê wê baş nehatiye danîn. Em fêm nakin bê ka dê ev çawa restor bikin. Gelo ma ev bo gel dikare bibe hêvî? Gel jî baş di ferqê de ye ku heta bingehekî nû neyê avêtin û heta peymaneke civakî ya li ser bingeha wekhevî û edaletê neyê çêkirin, dê pêşerojek nebe. Baş e lê heta aştî çênebe dê çawa pêşerojeke hevpar ava bikin?” 
 
WEKE KU PIRSGIRÊKA KURD TUNE BE TEVDIGERIN 
 
Buldan wiha dirêjî da axaftina xwe: 
“Yek ji pirsgirêka herî mezin a vî welatî, nebûna aştiyê ye. Ev demekî dirêje ku ne desthilatdarî û hem jî muxalefet weke ku pirsgirêka kurd nebe tevdigerin. Mijara behsê xeberê mijareke sedsalî û heqîqeteke navneteweyî ye ku pêwîstiya xwe bi jidilbûn û micidbûnê heye. Bingeha hemû pirsgirêka ev pirsgirêke ye û yên ku ji hevrûbûna wê direvin, yên ku naxwazin îradeya çareseriyê pêş bixin, di heman demê de berpirsyarên êşên heyî ne. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ÇIMA HEYE? 
 
Dixwazim li vir dîsa bipirsim; gelo çima tecrîda li Îmraliyê heye? Ne desthilatdarî û ne jî muxalefet bersiva vê pirsê nadin. Em baş pê dizanin ku ji bo domandina pêvajoya şer û ji bo ku rejîma bêhiqûqiyê xwe li ser pêyan bigire vê tecrîdê didomînin. Di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê tune kirin û rê li ber pergaleke nelirêtî û derhiqûqiyê vekirin. Ji bo ku ev pergal xelas nebe jî di polîtîkaya şer de israr dike. 
 
Hemû kes baş pê dizane ku me ji bo bidawîkirina neçareserkirin û rûxandinên heyî Meşa Gemlîkê da destpêkirin. Bi taybet jî kesek heye ku hûn vî kompasvanî di albûman de, bi wêneyên daye kişandin de baş nas dikin. Em baş dizanin ku gelek aciz bûye. Ji ber ku ev kes ji dibêtiya çareseriyê jî ditirse. Heke çareserî pêş bikeve dê împaratoriya wan a talanê hilweşe. Ew jî baş di ferqa vê de ne. Lewma demildest kete nava derew û îftîrayan. Em dizanin ku bi êrişên li dijî HDP’ê re dixwaze rayeya xwe biparêze. 
 
BERSIV DA SOYLU 
 
Kesek heye ku qaşo me weke parlamenter qebûl nake. Em jî wî weke wezîr nabînin û nas nakin. Tu qebûl bikî yan nekî û tu biecibînî yan neecibînî jî li vî welatî 10 milyon kes deng dide me û em kirin parlamenter. Di hilbijartina din de em ê hîn mezintir bikevin Meclisê. Dê hesaba wan albûman, wê şirîkatiya sûc û derhiqûqiyan yek bi yek bidî. Hêj niha ve amadekariyên vê bike. Ji ber ku dem nema! 
 
BERTEK NÎŞANÎ DÎMENÊN LI ELBAKÊ DA
 
Duh dîsa li gundê Xaşkan ê Elbak a Wanê di dema binçavkirina kesekî de dîmenên sosret derketin holê ku hemû cîhan heyîrî ma. Em şaş nebûn ji ber ku desthilatdariyê bi vê rêbazê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir. Em vê wehşetê şermezar dikin. Em baş dizanin ku dixwazin gel bitirsînin û bêzar bikin. Lê ya herî baş em dizanin ew e ku ev desthilatdarî ji tirsan diricife, dilerize. Nikare derkeve pêşberî gel û hêzên ewlekariyê dişîne. Lê divê baş bizanin ku kesekî nekarî serî li vî gelî bide tewandin û dê nekarin jî. Hûn dê nekarin wan teslîm bigirin. Dê ev kampanyaya we ya bi çekan dê dawiya we bîne. 
 
YÊN DIKEVIN PÊŞBIRKA NÎJADPERESTIYÊ DÊ WIDA BIKIN 
 
Muxalefet israr dike ku xwe nêzî çareseriyê neke. Pêşnexistina çareseriyeke di çarçoveya guftûgo û muzakereyan de, qalnekirina tecrîda girankirî û derhiqû, tenê bi kêrî desthilatdariyê tê. Ez li vir bang dikim; gelo ma hûn dê ji bo çendek dengên neteweperestan dê sedsalên din ên Tirkiyeyê tune bikin? Ez bi vekirî dibêim; Kî bi micidahî nêzî pirsgirêka kurd nebe, kî rêyên demokratîk pêş nexe û kî di mijara pirsgirêka kurd de bikeve pêşbirka nîjadperestiyê dê pir mezin winda bike. Kî vê mijarê ji aliyê siyasî ve weke amûrekî bi kar bîne, bi çavê deng li gelê kurd binihêre, vîn û daxwazên gel nas neke dê mezin winda bike. Heman rêbaz di demên berê de hatin ceribandin. Lê yek ji van rêbazan bi ser neketin û dê îro jî bi ser nekevin.”
 
YÊN ÇARESER NEKIN DÊ TÊK BIÇIN

Di van rojan de hinek kes bêyî ku belgeyek di destê wan de hebe qala pêvajoyeke nû ya çareseriyê dikin. Ev gotinên ku tenê di demên beriya hilbijartinê de tên kirin, vala ne. Ya ku em dibînin ew e ku desthilatdarî ji hev dikeve. Pêvajoyeke ji hev belavbûnê ya siyaseta tunekirin û înkarê ye ku bi fiyaskoyê bi encam bû. Ne tenê desthilatdarî lê siyaseta hemû kesên ku bi micid nêzî meseleyê nabin ji hev belav dibe. Yên ku vê siyasetê derbas nekin teqez dê ji hev bikevin û belav bibin.

ELEWÎ RASTÎ CIHÊKARIYÊ TÊN

Dawiya hefteyê li Stenbolê em bi nûnerên elewiyan re civiyan. Me pirsgirêkên wan guhdar kirin. Me dîsa israra xwe ya di têkoşîna hevpar û hevrêtiyê de li hev kir. Lê divê neyê jibîrkirin ku pergala ku nasname û baweriyan red dike li ber têkçûnê ye. HDP’ê jî ji bo ku hemû bawerî, çand û nasnameyên li ser vê xakê bi awayekî azad û wekhev bijîn dest bi têkoşîna xwe kir. Ev têkoşîna anî asta fînalê. Heta ku HDP û fikriyata wê hebe bila kesek xwe bêhêvî neke.

ROJNAMEGERÊN GIRTÎ SILAV KIR

Yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê bêedaletî ye. Bi hinceta OHAL’ê gelek kes binçav kirin, girtin, dozên kompasê vekirin, cezayên derhiqûqî dan, îşkence û nêzikatiya xerab li girtîgehan pêş xistin, kujer hatin xelatkirin û hwd. Doza Kompasê ya Kobanê, Doza Geziyê, Doza Girtinê, Doza Çapemeniya Azad... Dozê vê desthilatdariyê bi tevahiya welêt re heye. Herî dawî li Amedê rojnameger hatin girtin. Ji ber ku ji dengê gel ditirsin û ji ber ku wan kesan rojnamegerî dikirin xistin girtîgehê. Ez silav û hezkirinên xwe bo tevan jî dişînim. Divê desthilatdarî baş pê bizane ku hêj hêzeke ku bikare heqîqeta pênûs bêdeng bike li ser rûyê erdê nehatiye dîtin. Hûn jî dê nekarin!

DOZA PINAR GULTEKÎN

Daraza mêrserdest duh cezayê muebbeta giran a zilamê ku Pinar Gultekîn qetil kirî bi hinceta ‘tehrîka nerewa’ daxist 23 salan. Bêguman em şaş nebûn. Ji ber ku kesê jinê qetil dike û yên hiqûq û edaletê qetil dikin hevkariyê dikin. Ez vê biryara li dijî jinan şermezar dikim. Em ê vê biryarê bi tu awayî qebûl nekin. Divê daraza mêr ku xizmetê ji polîtîkaya desthilatdariyê ya dijminatiya li dijî jinan dike baş bizane ku ev pergal dê biguhere! Dema ku ew roj hat jî dê hemû dijminên jinan hesabê bidin edaletê.”

BANG LI CIWANAN KIR

Ciwanên hêja, dem hatiye ku em vê zîhniyeta rizî biavêjin sergoyê. Qêrîneke we dê vê desthilatdariyê bilerizîne. Li dijî vê desthilatdariya ku êdî çîrokeke wê nema ye, dem dema nivîsandina çîroka serkeftinê ye.

KONGRE

Bo 3’yê tîrmehê demekî kin ma. Dê kongreya me bibe meşa mezin a heqîqet û demokrasiyê. Dê kongreya me bibe kongreya hêvî, cisaret û pêşerojeke hevpar. Werin em coş û îradeya 8’ê Adarê, Newrozê û 1’ê Gulanê veguhêzin kongreya me.”