Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin

img
EDENE - Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku bi vekirinên dozan û zextan ne tenê HDP, têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê jî tê xwestin bê tasfiyekirin û herkes vexwend kongreya ku dê di 3’yê Tîrmehê de pêk were. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê têkildarî 5’emîn Kongreya Awarte ku dê di 3’yê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were, li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek kes tev li bûn de pankarta “Gelên me vexwedîn kongreya me ne, em di kongreya mezin de tên gelhev” hate vekirin. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş di daxuyaniyê de axivî.
  
‘EM BI HEV RE HDP NE’
 
Karakiş, diyar kir ku yekane nûnerên gelê kurd ê li dijî her cure zext û înkarê li ber xwe dide û navnîşana bawerî û nasnameyên ji bo jiyaneke azad têdikoşin in û wiha got: “Em rêhevalên kesên aştiyê diparêzin, baweriya wan bi demokrasiyê hene, dilê wan ji bo azadiyê lê dide, mafê hemû xweza û zîndewaran diparêze ne. Em dengê kesên ji geşedanên îro re acizin in .Em bi milyonan e, em bi hev re HDP ne.”
 
Karakiş, diyar kir ku bi vekirina dozên girtinê û Kobanê, pêkanîn qeyûman û zextan ne tenê HDP, têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê jî tê xwestin bê tasfiyekirin: “Bêyî ku em bikevin fikara girtinê, em HDP’ê û fîkriyata wê diparêzin û bi hêztir meşa xwe didomînin. HDP ne tenê navnîşana muxalefeta bi hêz e. Di heman demê de xwedî îdiaya hêza çareseriyê ya Tirkiyeyê ne. Parastina HDP’ê ya di vê demê de parastina îtîraza civakê, wêrektiyê û avakirina jiyana nû ye.” Karakiş, herkes vexwend kongreya ku dê di 3’yê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were. 
 
Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.