Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist

RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku AKP'ê bi înkara kurdan ji arenaya siyasî dûr xist û wiha got: "Kesên nasnameya gelê kurd înkar dikin, kurdan diavêjin girtîgehê, dixwazin wan ji parlamentoyê dûr bêxin tu caran biserneketin." 
 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar dixe. Kongre li eywaneke dawetan tê lidarxistin û li eywanê pankartên “Ji malbata Şenyaşar re edalet, ji bo her kesî edalet”, "Na ji tecrîd, şer û xizantiyê re”, “Bijî berxwedana ciwanan” û “Rêxistinbûna jinê, azadiyê jinê ye” hatibûn daliqandin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nusretîn Maçîn, Nîmetûllah Erdogmuş, birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêveberên partiyên siyasî û bi hezaran welatî jî di kongreyê de amade bûn. 
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dîwan hat hilbijartin. Di kongreyê de parlamenterê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmuş axivî û wiha got: “Bernameya her partiyekê heye lê belê ya HDP’ê cuda ye. Di bernameya HDP’ê de jiyaneke birûmet heye. Ev yek, ji xwezayîbûna HDP’ê tê. Çawa ku Çemê Firatê li vê xakê jiyanê diafirîne, çawa ku guherandina berê çem nepêkan be, HDP’ê jî ji bo ku jiyaneke birûmet li ser vê xakê bi cih bibe xwe birêxistin kiriye.”
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Buldan, di serî de Muhsîn Melîk ku di 2’yê hezîrana sala 1994’an de dema endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HADP’ê hatibû qetilkirin, Îbrahîm Ayhan, endamên malbata Şenyaşar ên hatine qetilkirin, kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin û yên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bi domdarî Buldan anî ziman ku ew hêza xwe ji gel digirin û spasiya hemû beşdaran kir.
 
‘JIYANEKE DIN PÊKANE’
 
Bi domdarî Buldan anî ziman ku HDP têkoşîna xwe ya li dijî qedexe û zextan mezintir dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP êdî bûye meşa hêviya bi milyonan. Ev jî bi saya baweriya we ya bi me ye. Hûn jî baş dizanin ku kesên vî welatî birêve dibin, ji bo vemirandina vê ronahiyê gelek hewl didin. Ji bo ku hêviya HDP’ê ji bo gelên Tirkiyeyê afirandî tune bikin, serî li her rê û rêbazên êriş û astengkirinan didin. Dixwazin ku gel di tarîtiyê de bimîne û hêviya wan bişikê da ku desthilatdarî bikare xwe ser li ser pêyan bigire. Em jî dibêjin jiyaneke cuda pêkan e. Êdî fikra HDP’ê û Rêya 3’yemîn heye.”
 
‘WEKE DÎLAN DI GIRTÎGEHAN TÊ RAGIRTIN’
 
Di berdewamê de Buldan da zanîn ku nîviya rêveberên partiyeke siyasî niha di girtîgehê de ne û wiha domand: “Tiştekî wiha li tu devereke din a cîhanê tune ye. Ji rêveberên HDP’ê heta parlamenter, hevşaredar, endam û kesên silav dayîn di girtîgehê de ne. Ne tenê HDP lê her kesê ji bo vî welatî aştî, demokrasî û azadiyan dixwaze niha di girtîgehê de ye. Di vê baş fêm bikin ku wan kesan wek dîlgirtiyan radigirin. Înkar, zext, tundî, girtin û xesp, tişta ku pergala li dijî me herî baş dizane ne. Dixwazin hemu nirxên gelê kurd û hêzên demokrasiyê xesp bikin. Em bi feraseteke ku dixwaze siyaseta me bi kompas û komployan bidarizîne re rû bi rû ne. Her ku me qala demokrasiyê kir, wan jî di mezinkirina faşîzmê de israr kirin. Her ku me qala aştiyê kir, wan bêhtir di şer de israr kirin. Her ku me qala edaletê kir jî wan bêhiqûqî hîn bêhtir belav kirin.
 
EM Ê HDP’Ê MEZINTIR BIKIN
 
Her ku me qala siyaseta demokratîk kir, wan rêya girtîgehan nîşanî me dan. Lê belê me tu carî ji têkoşîna xwe tawîz nedan û me xwe li ber wan netewand. Ez li vê derê dîsa bang li wan dikim û dibêjim ku em ê tu carî serî li ber we netewînin. Bi hêza û moralê ku em ji we digirin re em ê HDP’ê hîn mezintir bikin. Çawa ku Kobanê neket, dê HDP jî nekeve. 
 
BÊYÎ HDP'Ê PÊŞEROJ JÎ NABE
 
Em di serdemeke ku çavên herkesê li HDP'ê ne de derbas dibin. Ji ber ku hilbijartin nêzîk dibin, ji ber ku em dizanin kesên vî welatî bi rê ve dibin lîstikên ku li ser vî gelî bên lîstin têxin meriyetê. Em careke din dibêjin beyî HDP'ê pêşeroj, siyaset û parlamento nabe. HDP nebe jiyaneke nû jî nabe. 
 
KESÊN KU KURDAN ÎNKAR DIKIN NIKARIN BIBIN DESTHILAT
 
Em dizanin ku niha di navbera Tifaqa Cûmhûr de û di navbera Tifaqa Millet de jî pêknehatinên çawa hene. Kî li vî welatî kurdan înkar bike, mafên kurdan nasneke, zimanê wan qedexe bike şansê wan ê careke din bibe desthilat nîne. Kesên nasnameya gelê kurd înkar dikin, kurdan diavêjin girtîgehê, dixwazin wan ji parlamentoyê dûr bêxin tu caran biserneketin, tu caran jî bi sernakevin. Em dibînin ku pêvajoya îflasê ya AKP'ê dest pê kiriye ev yek AKP'ê bilez ber bi rizîn û arenaya siyasî ve dibe. 
 
LI RIHAYÊ PARTIYA YEKEMÎN HDP YE
 
Gelê Rihayê wê di hilbijartinan de hesaba vê ji AKP'ê bipirse û wê li Rihayê AKP'ê ji partiya yekemîn derxîne. Êdî li Rihayê partiya yekemîn HDP ye. Riha êdî bi rengên mor xemilî ye. Mor rengê HDP'ê ye rengê jinê ye. Rengê gelên Tirkiyeyê ye. Di anketan de êdî rengê Rihayê mor e. Ez dixwazim mîzginiya wê ji vir bidim we. Me her crqaê got di çareserkirina pirsgirêkan de diyalog û muzakere girîng e. Ez dixwazim careke din bi lêv dikim lê hişmendiya AKP'ê pirsgirêkan ji bilî diyalog û muzakereyê bi polîtîkayên ewlehiyê dixwaze çareser bike. 
 
 BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Îro careke din hevdîtina birêz Ocalan a bi malbata xwe re 3 meh din hate qedexe kirin. Weke ku hevdîtinek hebe careke din hevdîtin 3 meh din ji bo malbatê qedexekirin. Ji sala 2015'an ve hevdîtineke malbatê ya bi rêkûpêk nîne. Hevdîtina parêzeran an jî şandeyeke serbixwe nîne. Di van rojê dawî de tişteke di medyayê de tê axaftin heye. Meseleya destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê. Hewl didin nîşan bidin ku AKP û HDP bi awayekî veşartî hevdîtinan dikin. Dîsa weke ku bi birêz Ocalan re hevdîtin tê kirin nîşan didin. Ez dixwazim vê yekê bi taybetî bînim ziman. Me bi AKP'ê re di tu mijaran de li hev nekiriye û em li hev nakin jî. Em çi bikin em ê bi we re bikin. Em çi biryarê bigirin em ê bi hev re bigirin. Bila şik û gumana kesê ji we nebe. 
 
MALBATA ŞENYAŞAR
 
Ez di xwazim careke din bang li wijdanên ku qêrîna edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar bikim. Hûn bi wijdan û lêborînê deyndarên malbata Şenyaşar in. Hûn mecbûr in ji malbata Şenyaşar lêborînê bixwazin û mafên ku dixwazin bidin wan. Ev dayik qîr dike, dixwazin kujerên hevjînê wê û zarokên wê bên darizandin, edaletê dixwaze. Em ê bi têkoşîna wê vê edaletê teqez bidin dayika xwe ya Emîne Şenyaşar. 
 
KONGREYA MEZIN 
 
Em ê di 3'yê tîrmehê de li Enqereyê kongreya xwe ya mezin pêk bînin. Em dizanin ku wê ji Rihayê jî tev li bûneke mezin çêbibe. Em ê di 3'yê tîrmehê de careke din ji kesên welat bi rêve dibin re, kesên me tune dihesibînin û înkar dikin re bêjin em li vir in, li ser piyan e û em têkoşîna xwe didomînin. Ez spasiyên xwe pêşkeşî rêveberiya me dikim û ji hevalên me yên nû werin hilbijartin re jî serkeftinê dixwazim. Rêya me hemûyan vekirî be, em ê teqez serbikevin. Serkeftin."
 
HEVSEROKÊN NÛ
 
Kongre bi xwendina raporên faaliyetan berdewam kir. Pişt re di hilbijartinê de Ahmet Atiş û Aliye Kizildamar weke Hevserokên HDP'ê yên Rihayê hatin hilbijartin. 
 
Kongre bi stranên Hozan Şervan û gerandina govendê bi dawî bû.