HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir

img
AMED - Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan ji bo kongreya mezin a partiya xwe ku dê di 3’yê tîrmehê de li dar bixe banga beşdariyê li gel kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê têkildarî Kongreya Awarte ya Mezin a 5’emîn ku dê di 3’yê tîrmehê de li Enqereyê bê lidarxistin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û rêveberên HDP’ê û DBP’ê di civînê de amade bûn. 
 
BANGÎ GELÊ AMEDÊ KIRIN
 
Ceylan û Atasoy di civînê de axivîn û destnîşan kirin ku HDP her tim ji bo siberojek azad bûye hêviya gelan û ew ê bi xebat, têkoşîna xwe bibin dengê azadî, aştî, demokrasî û edaletê. Hevserokan gotin ew dixwazin kongreya wan bibe wesîleya azadiyê. Hevserokan operasyon, binçavkirin, girtin û zextên li ser HDP’ê jî şermezar kirin û gotin ew ê tevî hemû pêkûtiyan jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Hevserokan ji bo kongrey mezin a 5’emîn ku dê di 3’yê tîrmehê de li Enqereyê pêk were banga beşdariyê li xelkê Amedê û tevahiya gelê kurd kirin.