Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?

img
ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan ku li Ocalan hatiye birîn berdewamiya polîtîkayên şer e û got: “Gelo hûn çi cezayî didin hevdîtina ku nayê kirin”. 
 
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclisî civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
ZEXTÊN LI SER KURDAN 
 
Beştaş bal kişand ser zextên îktidarê yên li ser HDP’ê û muxalîfan û wiha got: “Êrişek ku qet naqede li ser HDP’ê heye. Êrişên li ser kurdan nizane qedandin çi ye. Êrişên nehiqûqî yên binçavkirin û îşkenceyê hene. Duh di êrişa li dijî Meşa Rûmetê ya li Stenbolê de nêzî 400 kes hatin binçavkirin û hatin îşkencekirin. Vê sibehê hevserokên me yên HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş jî di nav de 34 hevalên me hatin binçavkirin. Bi giştî hevalên me ku li saziyên çand û hunerê dixebitin e. Hefteya bihûrî li Elbaka Wanê dîmenên hovîtiyê hatin. Bi sedan leşker bi ser malê de girtin û nêzî 400 guleyan berdane. Gelo ev çi ye? Wê kesek binçav bikin, lê qey meriv dibêje diçin dagirkeriyê. Dîmenên Filîstinê li Wanê derketin holê. Niha jî li gundên Gevera Colemêrgê operasyona leşkeri tê lidarxistin. 20 gundî rastî lêdanê hatine. 13 gundiyn birine herêma operasyonê. Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku agahî ji 7 gundiyan nayê girtin. Ev îktidar her roj serî li rêbazên nehiqûqî, îşkence û nedemokrsiyê dide û gavên xerab diavêje.” 
 
‘HÛN LI ÎMRALIYÊ CEZA DIDIN ÇI?’
 
Beştaş bal kişand ser cezayê qedexeya hevdîtinê yê 3 mehan li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî hatine birîn û wiha got: “Li Îmraliyê 3 mehên din jî cezayê dîsiplînê hat birîn. Ev hemû berdewama polîtîkayên şer e, ku nahêle pirsgirêka kurd çareser bibe. Dixwazin bi vî awayî pêşiya çareseriyê bixitimînin. Ev polîtîkaya dijminatiyê li ser bingeha şer hatiye sazkirin. Em dipirsin hûn ji bo hevdîtinên ku nayên kirin, qedexe ne, çi cezayî dibirin? Girtiyên li Îmraliyê bi kesî re nikarin hevdîtinê bikin ku ev ceza tên birîn. Birêz Ocalan bi girtiyên din re jî nikare hevdîtinan bike. Malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Malbat bang dikin. Parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Hûn bêhiqûqiyê dikin, paşê jî radibin bi rojnamevek xwe alîgir nivîsê didin nivîsandin. Mîna ku ev yek xêreke mezin be, Abdulkadîr Selvî dibêje; Ocalan dê bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Hûn henekan dikin? Hevdîtina bi malbata xwe re mafekî bingehîn e. Îdîa dike ku tê îstîsmarkirin, hûn îstîsmar dikin. Helbet em ferqa di navbera girtiyên li Îmraliyê û girtiyên li Edîrne, Colemêrg û Amedê tê kirin baş dizanin. Em baş dizanin ku ev cihêkariyek siyasî ye. Cudahiya hiqûqê tune ye, hiqûq her kesî wekhev dibîne. Kes ji qanûnê bêpar nîne. Di vî warî de li gel tecrîdê, li hemû qadên jiyanê polîtîkaya şer berdewam dikin.” 
 
RAKIRINA PARÊZBENDIYA AYDENÎZ 
 
Beştaş anî ziman ku ev îktidar û muxalefet dengê xwe ji polîsên ku bêhurmetiyê li hemberî parlamentere wan dike re dengê xwe dernaxin lê îktidar û muxalefet dikarin bi rehetî gefan li parlamentera hevala wan Salîha Aydenîz bixwin. Beştaş kes dengê xwe ji polîsê ku parlamentera wan Ayşe Acar Başaran re dibêje ‘ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim’ re dengê xwe dernaxe û daraz jî temaşeyî bûyerê dike. Beştaş diyar kir ku îktidar û muxalefet polîsên ku heqaret li Salîha Aydenîz dike, wê diavêje erdê û çêra lê dike re tiştek nabêjin û ji ber ku wê deste xwe bilind kiriye bi rakirina parêzbendiya wê gefan lê dixwin. 
 
KONGREYA HDP’Ê 
 
Beştaş di dawiya axaftina xwe de jî bi bîr xist ku partiya wan di 3’yê tîrmehê de kongreya xwe ya mezin a 5’emîn li dar dixe û HDP xwe ji rojek dîrokî re amade dike ku wê li ber girse û heybetiya wê erd û esman biheje û banga beşdariya kongreyê li gel kir.