Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin

img
STENBOL - Hevseroka Bajêr a HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol anî ziman ku kongreya giştî ya partiya wan dê ji bo pêşeroja welat bibe bingeha guhertinê û got ku dê ji Stenbolê herî kêm deh hezar kes tev li kongreyê bibin.  
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3'yê Tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Arena ya Enqereyê 5’emîn Kongraya Xwe ya Mezin a Asayî li dar bixe. Di kongreya HDP'ê ku dê bi dirûşmeya “Tekoşîna Mezin, Berxwedana Mezin” were lidarxistin de, ji helwesta AKP ya ku wan li her derê hedef digire, rêveber û endamên wan krîmînalîze dike, binçav dike û digire, heta meşandina dozên “komployê” yên li dijî girtina partiya wan dê li dijî hemû êrişan pêyam bên dayîn. 
 
Piştî ku Navenda Giştî ya HDP biryara kongreyê girt, rêxistinên navend û navçeyên 81 bajaran ji bo ku 100 hezar kes tev li kongreyê bibin dest bi amadehiyan kirin. Rêxistina HDP’a Stenbolê  jî ji bo amadehiyên tev li bûna kongreyê bi rojan e xebatan dide meşandin. HDP li taxên 39 navçeyên li bajêr banga tev li bûna kongreyê dike. Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol qala amadehiyên kongreyê kir.  
 
‘DÊ BIBE BINGEHA GUHERÎNÊ’
 
Bîrol destnîşan kir ku desthilata AKP û şîrîkê wê MHP’ê welat bi krîzên kûr re rû bi rû hiştiye û di her qadê de, ji bo çareseriya van pirsgirêkan, xwe bi polîtîkayên şer ve girêdane û got: “Demekî dirêj e desthilat derfetên dewletê ên tundiyê bi kar tîne û li gel vê yekê ji aliyê gel ve daxwaza guherandina desthilatê derketiye astekî jor. Bi pêkanîna kongreya xwe ve HDP dê bibe bingeha guhertineke dîrokî."
 
'EM LI VIR IN Û DIMEŞIN'
 
Bîrol, bilêv kir ku bi armanca li Stenbolê bi 10 hezaran kesî tevlî kongreyê bikin, xebatên xwe didomînin û got ku ji bo bibêjin piştî 8’ê Adarê, Newroz û 1’ê Gulanê “Em li vir in, em hene, vê meşa xwe ya mezin didomînin” dê kongreya xwe wek çalakiyêkê li dar bixin. Bîrol diyar kir ku ew niha bi her kes, her sazî û derdor re hevdîtinên xwe dikin, mal bi mal digerin û bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin. Bîrol, bi lêv kir ku gel di zanebûna kongreyê de ye û wiha berdewam kir: "Gelê me weke bersiva helwesta girtina partiya xwe nêzîkî vê kongreyê dibe. Gelê me ji bo hêza gel nîşan bide dê li kongreyê cih bigire. Gelekî ku ji me re dibêje 'Ji xwe em ê bên, hewce nake hûn bêjin me' heye." 
 
250 OTOBUS AMADE NE
 
Bîrol, da zanîn ku ji bilî wesayîtên taybet 250 otobûs ji bo Stenbolê amade kirine û banga tev li bûnê li gel kir. 
 
MA / Ergîn Çaglar