DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir

img
WAN - Rêxistina DBP’a Wanê têkildarî kongreya xwe ku dê pêk bîne deklerasyonek parve kir û ji bo rêveberiyê banga serlêdanê kir. 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Wanê têkildarî Kongreya xwe ya Asayî ya 6'emîn li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de têkildarî kongreyê deklerasyonek hat parvekirin. Endamê Meclîsa Partiyê (PM) a DBP'ê Mehmet Alî Bora di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew li benda serlêdanên gelê Wanê û saziyên demokratîk in û banga beşdariya kongreyê li her kesê kir. 
 
ARMANCA RÊVEBERIYA XURT
 
Bora têkildarî armanca kongreyê de jî wiha got: “Têkildarî kongreyê em li benda pêşniyar û serlêdanên gelê xwe ne. Armanca me ew e ku em van pêşniyar û serlêdanan binirxînin, bi gelê xwe re hin civînan bigirin û hem li gor pêşniyarên gelê xwe û hem jî rêveberiyekî ku bi partiya xwe re girêdayî ava bikin. Em li avahiyê DBP’ê ya bajêr, li benda serlêdan û pêşniyaran in."