Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin

img
ÎZMÎR - Hevserokên bajêên herêma Egeyê anîn ziman ku ji bo Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an a HDP'ê amade ne û ew ê bi girseyî tev li kongreyê bibin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3'yê Tîrmehê de li Hêwana Sporê ya Enqereyê Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an li dar bixe. Kongre dê bi dirûşmeya "Çareserî em in, gotina me heye" bê lidarxistin. Xebatên ji bo kongreyê li çar hawirdorên Tirkiyeyê bênavber didomin. Tê payin ku bi deh hezaran kes tev li kongreyê bibin. 
 
Têkildarî xebatên li herêma Egeyê em bi hevserokên bajarên herêma Egeyê re axivîn. 
 
Hevseroka HDP'a Îzmîrê Berna Çelîk, diyar kir ku di xebatên ji bo kongreyê de rasterast pêwendî bi gel re danîne û pêvajoyê nîqaş kirine. Çelîk got: "Me di van xebatan de enerjiyeke pozîtîf a zêde dît. Welatî rewşa heyî ya Tirkiyeyê qebûl nakin. Me di van xebatan de dît ku partiya me ne partiyeke nava çar dîwaran e, li kuçeyan, li taxan, li dibistanan, fabrîkeyan û nava erdan e. Ev yek ji bo me dibe enerjî û cihê moralê. Ji lew re em hêza xwe ji girseya xwe digirin û wisa mezin dibin." 
 
HDP MEZIN DIBE
 
Çelîk destnîşan kir ku dê piştî pêvajoya kongreyê pêvajoya xurtkirina Rêya Sêyem dest pê bike û got: "Ji faktorên ku zemîna vê kongreyê birêxistin kir yek jê jî ev bû. Em çendî bên binçavkirin, çendî bên girtin û tune bên hesibandin jî, lê em pergaleke ku her tim xwe ji nû ve ava dikin. Desthilata AKP-MHP'ê her cara ku ditengije me hedef digire. Lê dê kongreya me li dijî van êrişan bibêje, 'Hûn nikarin me bigirin, em li vir in, mezin dibin.'" 
 
KELECANEKE MEZIN
 
Hevseroka HDP'a Aydinê Aysel Baytar Onsel jî destnîşan kir ku dê di kongreyê de peyama li dijî girtin û çewisandinan bidin û li dijî van çewisandinan xwedî li partiya xwe derkevin. Onsel got: "Di vê çarçoveyê de me li tevahiya navçeyan komîsyon ava kirin û xebatên xwe domandin. Me li taxan, li qehwexaneyan, li malana hevdîtin bi welatiyan re kir. Me otobêsên xwe amade kirine û em lîsteyên xwe çêdikin. Kelecaneke mezin heye. Bi rastî jî di vê pêvajoyê de gel bihêrs e. Em ê bi hêvî û bi hêzeke mezin ji Aydinê bi rê bikevin û li dijî tahde û zilma li HDP'ê tê kirin bi awayekî girseyî tev li kongreyê bibin." 
 
GEL XWEDÎ LI HÊVIYA XWE DERDIKEVE
 
Hevserokê HDP'a Manîsayê Kerem Taylan jî diyar kir ku pir bi kelecan in. Taylan bilêv kir ku dê kongreyeke bi hişmet bê lidarxistin û got: "Xebatên me li gor plansaziyekê didomin. Manîsa ji berê de hay ji polîtîkayên tepisandin û tasfiyekirinê yên li hemberî gelê kurd heye. Lewma gelê me di pêvajoyên bi vî rengî de hîn bêtir xwedî li partiya xwe derdikeve û têkoşîna xwe didomîne. Li vir tevî hemû astengiyan jî welatî xwedî li partiya xwe derdikevin."
 
DÊ BIBE BERSIVA ÊRIŞAN
 
Hevserokê HDP'a Mûglayê Emîn Yaşar jî wiha axivî: "Armanca me em kongreyeke bi coş li dar bixin. Ev yek di xebatên me de jî xwe dide der. Mûgla bajarekî belawela ye. Lê me li her derî broşurên xwe belav kirin û em yeko yeko serdana malan dikin. HDP partiya gel e, partiya baweriyan e, partiya tevahiya bindestan e. Em ê bi kelecan û hêviyeke mezin bersiva êrişan bidin." 
 
LI DENÎZLIYÊ ELEQEYEKE MEZIN JI BO HDP'Ê
 
Hevseroka HDP'a Denîzliyê Cebahîr Kayar jî diyar kir ku heya niha li navçeyan bi eleqeyeke mezin re rû bi rû mane û wiha got: "Li navçeya Honazê ku herî zêde 4-5 kes tev lê dibûn, vê carê em bi eleqeyeke mezin re rû bi rû man. Denîzlê dê bersiveke mezin bide êrişên li ser partiya xwe. Me otobêsên xwe tije kirine. Bi taybetî jî eleqeya ciwanan hîn zêdetir e. Ji niha ve diyar e ku dê bibe kongreyeke bi kelecan û cihê moralê." 
 
Hevseroka HDP'a Balikesîrê Gulay Çelîk jî destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo kongreyê bênavber didomin. Çelîk destnîşan kir ku dê ev eleqe û kelecan xwe di kongreyê de jî bide der û got, dê gelek kes ji Balikesîrê tev li kongreyê bibin. 
 
MA / Tolga Guney