Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay anî ziman ku amadekariyên kongreya wan mezin ber bi dawiyê ve diçin û ew ê bi vê kongreya xwe bersivê bidin faşîzmê û got: "Ji bo azadî û çareseriyê hêvî HDP ye." 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin. Ebrû Gunay di civînê de beşek jî bi kurdî daxuyanî da û bal kişand ser 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a partiya xwe ku dê di 3'yê tîrmehê de li Enqereyê bê lidarxistin. 
 
Daxuyaniya Gunay a beşa kurmancî wiha ye: 
 
"Wek hûn jî dişopînin, amadekariyên me yên ji bo kongreyê dewam dikin. Di 3’yê mehê de yanî roja yekşemê em ê  5'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin li dar dixin. Me heta niha bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anî. Ev çend meh in em bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaşan dikin. Gelek fikr û nêrînên hêja di amadekariyên kongreyê de derketin. Ew fikr û nêrîn dê stratejiya me ya nû, xeta me ya nû diyar bike. Li dor wan fikr û nêrînan em xeta xwe ya nû ya têkoşînê diyar dikin.
 
EM Ê HDP'Ê XURTIR BIKIN 
 
Belê ev kongreya me hem ji bo me hem jî ji bo Tirkiyeyê dê bibe kongreyeke dîrokî. Em ê di kongreya xwe de bersiveke gelek baş bidin zîhniyeta ku dixwaze partiya me bigire. Ew dixwazin HDP’ê bigirin, asteng bikin, rê li ber potansiyela HDP’ê bigirin. Lê li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê em ê HDP’ê xurtir û berfirehtir bikin. Ew çiqas bixwazin rê li ber meşa me bigirin, em ê hîn zêdetir têkoşîna xwe mezin bikin. Kongreya me dê bibe bersiveke zelal ji bo faşîzmê. 
 
EM AZADIYÊ LI PÊŞ BIXIN 
 
Di kongreya me de bi taybetî em ê li dijî şer têkoşîna aştiyê, li dijî polîtîkayên tecrîdê, em ê têkoşîna edalet û azadiyê bi pêş bixin. Li dijî tengkirin û sînorkirina siyaseta demokratîk, em ê rêxistin û fikriyata HDP’ê berfireh bikin. Em dibêjin hêvî em in, çareserî em in. Ez ji vir careke din bangî hemû gelên me dikim: Werin li dijî êriş û zextên li ser partiya me yekitî û têkoşîna xwe bihêztir bikin. Werin di kongreya me de bersivê bidin zîhniyeta ku dixwaze rê li ber têkoşîna me ya azadiyê bigire."