Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in

img
ENQERE - Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha got: “Hemû kes neçare bê ber deriyê HDP’ê. Ji ber ku em xwedî roleke diyarker in.” 
 
Bi nêzbûna hilbijartinê re nîqaşên di navbera muxalefet û desthilatdariyê de ku bûne krîz, ketine rojeva siyasetê. Piştî ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag di çarçoveya nîqaşên makeqanûnê de çû serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), muxalefetê îcar jî HDP hedef girt. Cîgira Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari, nîqaşên tifaqên Cumhur û Mîllet ên derheqê partiya wan de weke “avakirina binhişê”  nirxand û da zanîn ku tevî hemû zextên desthilatdariyê jî eleqeya gel a bo HDP’ê zêdetir dibe. 
 
POLÎTÎKAYA ‘DABEŞ BIKE-PARÇE BIKE’ YA DESTHILATDARIYÊ
 
Hatîmogûllari da zanîn ku desthilatdarî hewl dide li ser HDP’ê binhişekî ava bike û wiha got: “Desthilatdarî, li dijî muxalefetê polîtîkaya dabeş bike û parçe bike dimeşîne. Ji bo ku HDP’ê ji hêla siyasetê ve qels bike, çi ji destê desthilatdariyê tê dike lê belê dîsa jî nikare pêşî li ber eleqeya gel a bo HDP’ê bigire. Berevajî vê, gel bêhtir xwedî li HDP’ê derdikeve û hêrsa gel zêdetir dibe. Desthilatdariya AKP’ê li gel MHP’ê her cureyên dijdemokratîk xistin meriyetê. Ew jî pê hesiyan ku em piştgiriyê nadin vê rejîma otorîter. Heta ku ev rejîma otorîter bidome, heta ku her roj li dijî kurdan tundiyê bi kar bînin, heta ku operasyonên li dijî Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê bidomin, heta ku çekên kîmyewî bi kar bînin, heta ku tecrîda li Îmraliyê bidomînin û xizanî û birçîtiyê zêdeti bikin, HDP dê bi tu awayî bi vê desthilatdariyê re rûnene û tiştekî neaxive.” 
 
STRATEJIYA RÊYA SÊYEMÎN
 
Bi domdarî Hatîmogûllari got ku gelên Tirkiyeyê neçarên tifaqên Cumhur û Mîllet nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çareserî, stratejiya Rêya Sêyemîn a HDP’ê ye. Hêza mîsoger a demokratîkkirina vî welatî, HDP ye. Ji bo bicihanîna Rêya Sêyemîn jî ev hilbijartin tenê demekî bêhnvedanê ye. Lewma jî em ê roj bi roj Rêya Sêyemîn mezintir bikin. Ji bo bidestxisina encamê jî divê di mijara rêgezan de em lihev bikin. Ev yek dê ji bo demokratîkkirina welêt gaveke baş be. Weke Tifaqa Ked û Azadiyê, em rêya xwe bi xwe diyar dikin.”
 
‘RÊYA ÇARESERIYÊ TIFAQA KED Û AZADIYÊ YE’
 
Têkildarî nîqaşên desthilatdarî û muxalefetê yên li ser HDP’ê jî Hatîmogûllarin ev tişt anî ziman: “Neçarin ku bên ber deriyê HDP’ê. Em xwedî roleke diyarker in. Beşek gel a pir mezin heye ku HDP nûnertiya wê dike.  Dema em arîtmetîka hilbijartinê jî dinihêrin, dibînin ku kesek nikare bêyî HDP’ê yek gavekê biavêje. HDP rastiyek e û hemû kes neçare ku vê rastiyê qebûl bike. Desthilatdarî û muxalefet nikare ji pirsgirêkên mezin re bibe çareserî. Pirsgirêka kurd heye. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe jî êşên vî welatî xelas nabin. Pirsgirêka din jî pirsgirêka elewiyan e. Divê ev pirsgirêk jî li ser bingeha hemwelatiya wekhev bê çareserkirin. Li hêla din jî pirsgirêka aboriyê û tundiya li ser jinan heye. Ji bilî Rêya Sêyemîn, tu rêyên din ên çareserkirina van pirgirêkan nînin. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin, divê lihevkirineke civakî û siyasî ya berfireh hebe. Ji bo vê jî divê em bên ba hev û di çarçoveya rêgezan de bibin yek û wisa xwe bo hilbijartina serokkomariyê amade bikin. Em, navnîşana alternatîf a herî zelal in.” 
 
MA / Ozgur Paksoy