Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar

img
ENQERE - Serokkomarê AKP’î Erdogan, gefa êrişa bejahî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar ku artêşa tirk ev sê roj in bombebaran dike. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî serdana li Qeterê, bersiva pirsên rojnamegeran da. Erdogan, got ku dê êrişên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin û gefa êrişa ji bejahiyê ve xwar. Erdogan got ku dê hemû hêzên wan bi hev re bişêwirin, biryarê bidin û gavên xwe jî li gorî wê biavêjin. 
 
GOTINÊN WÎ HEV NAGIRIN
 
Di berdewamê de Erdogan îşaret bi DYA û Rûsyayê kir û ev tişt anî ziman: “Me ji xwe bi dewletên ku li vir bandora wan heye re xebatên dîplomatîk meşandin û gavên xwe li gorî wê avêtin û diavêjin.” Li ser pirsa rojnamegerekî jî Erdogan wiha got: “Têkildarî vê operasyonê me bi birêz Biden û birêz Putîn re tu hevdîtin nekirin. Jixwe hem birêz Biden û hem jî birêz Putîn jê agahdarin ku di her kêliyê de dibe ku em tiştên bi vî rengî li herêmê bikin.”