‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’

img
ENQERE - Berdevka Demê ya TOP’Ê Juliana Gozen destnîşan kir ku ji bo îktidar faşîzma xwe sazûmankar bike gavên bil ez diavêje û bi vî awayî ket pêvajoya hilbijartinê. 
 
Artêşa Tirkiyeyê li ser fermana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 20’ê mijdarê de êrişî Kobanê û bajarên din ên rojavayê Kurdistanê kir. 
 
Ev êriş wek amadekariyên îktidarê yên hilbijartinê tê şîrovekirin. Ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk êrişên dijî rojava nirxandin. 
 
BI ÊRIŞA TAKSÎMÊ BINGEHA ÊRIŞA DIJÎ KOBANÊ AMADE KIRIN 
 
Gozen bal kişand ku di pêvajoya hilbijartinê de îktidara AKP-MHP’ê lez da gavên sazûmankirina faşîzmê û hêviya alîkariyê ji polîtîkayên şer kir û got: “Ev êrişa li dijî Kobana ku li ber terora DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê parast ne tesadûfî ye. Her çend em li pişt perdeya êrişa bombeyî ya 13'ê Mijdarê ya li Taksîmê li dijî welatiyên sivîl pêk hat jî nizanin jî, divê em çend rastiyên ku derketine holê raber bikin. Nakokiya di navbera hêzên di nava dewletê de kûr bûye. Eşkere ye ku geşedanên li welat û herêmê di nava dewletê de baskek seferber kiriye. Li aliyê din jî bi avakirina pêvajoyeke mîna kaotîka piştî 7’ê Hezîranê hatiye avakirin, pêşî li tevgera civakê tê girtin. Ji aliyê din ve, yekser piştî teqînê, daxuyaniyên Soylu, em dibînin ku bi axaftinên kevnar ên wekî “terorîzm” û “hêzên derve” dixwazin girseyê di vî warî de bixapînin. Bi vê bûyera ku 6 kes hatin qetilkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd bêîtîbar bikin û xwestin zemîna êrişa li dijî Kobanê bi rêxistin bikin. Di rastiyê de xwestin palana êrişan amade bikin.” 
 
‘BI ÊRIŞAN DIXWAZIN ZEMÎNA HILBIJARTINÊ AMADE BIKIN’ 
 
Gozen anî ziman ku îktidara AKP-MHP’ê bi van êrişên hewayî xwestin zemîna hilbijartinê amade bikin û got: “Êriş ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin pêk anîn. Dixwazin bi van êrişan hemû kirinên xwe sûcê mirovahiyê veşêrin.”
 
SIYASETA ŞER A DESTHILATÊ 
 
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk jî diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re îktidar berê xwe da siyaseta şer û got: "Ji ber vê yekê jî bombeyan dibarînin li ser gelê kurd. Desthilatdariya AKP-MHP’ê her ku disekine û nikare li ber xwe bide, hewl dide xwe li nava siyaseta şer bigire. Di nava şert û mercên ku di civakê de nerazîbûn zêde dibin, bi tirsandinê hewl didin li ser desthilatdariyê bimînin. Lê ev polîtîka wê bi ser nekeve. Siyaseta şer ji bilî kuştin û feqîrkirina kedkar û gelan tiştek din nayîne. Berê bi barandina bombeyan xwestin li ser pêya bimînin. Heman rê û rêbazî dîsa xistin dewrê û dixwazin wisa hilbijartina pêşiya me qezenc bikin. Siyaseta xwe ya şerxwaz ku dixwazin hilbijartinê bi dest bixin dixin rojevê û dewrê.” 
 
‘EM Ê CÎHANA WEKHEVIYÊ AVA BIKIN’ 
 
Ozturk anî ziman ku divê hêzên siyasî yên ji polîtîkayên şer, zext, zordarî û feqîriyê berpirsyar bên qewirandin û wiha got: “Li dijî van hemû êrişên li ser gelê kurd divê têkoşîn bê dayîn. Em ê siyaseta ku hêza xwe ji şer digire, bişînin. Em ê cîhaneke wekhevî, biratî û parvekirinê ava bikin û li dijî şer rabin”