Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev

img
ÎZMÎR - Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê destnîşan kirin ku deshilata AKP’ê û MHP’ê ji bo temenê xwe dirêj bike polîtîkayên şer jinûve xistin meriyete û dan zanîn ku ji bo li dijî şer aştî, ji bo azadî û demokrasiyê wê di 3’yê mijdarê de li Îzmîrê civîna gel li dar bixin. 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê, têkildarî bangawaziya civîna gel ku dê di 3’yê kanûnê de li Îzmîrê pêk bîne li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pêkhateyên tifaqê tev li bûn de metna daxuyaniyê Rêvebera Partiya Karkerên Tirkiyeyê ya Îzmîrê Zubeyde Gulhan xwend. 
 
Gulhan, anî ziman ku armanc dikin Tifaqa Ked û Azadiyê li hemû bajarên Tirkiyeyê li her qadê mezin bikin û da zanîn ku wê civîna gel a tifaqê ya ewil li Îzmîrê li dar bixin. 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER 
 
Gulhan, destnîşan kir ku deshilata AKP’ê û MHP’ê ji bo temenê xwe dirêj bike polîtîkayên şer jinûve xistin meriyete û wiha berdewam kir: “Êrişên hewayî yên li dijî herêmên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ne êrişa gelên li Tirkiyeyê êrişên desthilatê yên bekayê ne. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ku her cara ku tengav dibe dest bi polîtîkayên tundiyê û şer dike, heman polîtîkayên hilweşîner li gelên herêmê ferz dike.”
 
DI 3’YÊ MEHÊ DE CIVÎNA GEL WÊ PÊK WERE
 
Gulhan, bang li tevgerên civakî û welatiyan kir û ev tişt gotin: “Em bi hev re berpirsyartiyê bigirin ser xwe. Em welatê ku desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide civakê bi şer, zilm û birçîtiyê teslîm bigire li dora daxwazên me yên hevpar û têkoşîneke bi hev re bi awayekî azad û demokratik ji nû ve ava bikin. Em li Îzmîrê ji bo vebijêrka ked û azadiyê mezin bikin gava ewil diavêjin. Di 3’yê mijdar roja şemiyê saet di 14.00’an de li Eywana Konferansa Fakîr Baykûrt a li Çîgliyê em di Civîna Gel a Îzmîrê ya Niha Dema Ked û Azadiyê ye tên cem hev.”