Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin

img
ENQERE - Wezîrê Parastinê Hulusî Akar bi gotinên “Ji bo parastina jiyana mirovan hatin bikaranîn”  li xwe mikûr hat ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. 
 
Hevdîtinên bûdçeya Wezareta Parastinê ya sala 2023’yan ên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê berdewam in. Êrişên dewleta tirkên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê û Şengalê û bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê mohra xwe li hevdîtinan da. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar di hevdîtinên bûdçeyê de bal kişand ser Peymana Çekên Kîmyewî û bi gotinên; “Heke muhîmeta ku rondikan ji çav tînin weke rêbazekî şer bê bikaranîn qedexe ye lê heke ji bo parastina mirovan li cihên diyar û bisînor bên bikaranîn...” li xwe mikûr hat ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. 
 
JI BO PARASTINA JIYANA MIROVAN!
 
Li ser pirsa Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Mehmet Ruştû Tiryakî, Hulusî Akar ev bersiv da: “Ev mijara kîmyasalê gelek hat bikaranîn, li ser hat axaftin. Ezbenî, di wê dokumanterê de di mijara amûrên rondikan ji çav tînin de... Hevalno, Peymana Pêşîlêgirtina Bikaranîna Çekên Kîmyewî tê zanîn, TSK di nava wan de ye û venihêrtin li envanterên wê jî tên kirin. Ez ji we re vê yek bi yek bixwînim; ‘Heke muhîmeta ku rondikan ji çav tînin weke rêbazekî şer bên bikaranîn qedexe ye lê heke ji bo parastina mirovan li cihên diyar û bisînor bên bikaranîn...’ Polîs jî bi kar tînin. Li Rojava jî tên bikaranîn û Amerîka jî bi kar tîne. Li cihên diyar, bêyî ku mebestek jê hebe tên bikaranîn.” 
 
JI BO GARÊ JÎ LI XWE MIKÛR HATIBÛ
 
Akar ku li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar anîne, têkildarî Operasyona Garê ku di 10’ê sibata 2021’an de hatibû kirin û di encamê de 13 leşker û polîs hatibûn kuştin jî li Meclisê wiha li xwe mikûr hatibû: “Tenê gazên ku rondikan ji çav tînin hatin bikaranîn. Ji bilî vê tu çekên din nehatine bikaranîn.”