Partiyên kurd: Yekitiya neteweyî ji duh lezgîntir e

img
AMED – Serokên giştî yên partiyên kurd bertek nîşanî êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federa ya Kurdistanê dan û anîn ziman ku yekitiya neteweyî ji duh lezgîntir e. 
 
Serokên giştî yên partiyên kurd bertek nîşanî êrişên bi hinceta teqîna Taksîmê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê hatine kirin, dan. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PKD-Bakur) Sertaç Bûcak û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş li aliyekê bang li Tirkiyeyê kirin ku êrişên xwe yên neheq dawî bike, li aliyê din de jî anîn ziman ku divê kurd demildest li dor yekitiye neteweyî bicivin.
 
‘DIŞIBE PÊVAJOYA 2015’AN’
 
Kamaç anî ziman ku divê li ser teqîna Taksîmê ya ji bo êrişên Kobanê sedem hatiye nîşandan bê sekinandin û ev tişt gotin: “Ev bûyer ji bo bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê anî bîra me. Desthilat, wekî ku bê bîrê, hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an winda kiribû û bi xerakirina pêvajoya çareseriyê, di pêvajoyeke pevçûnê de çû hilbijartina 1’ê mijdarê. Dengên kurdan di vê pêvajoyê de ji bo serkeftin û têkçûna wan pir girîng in. Hemû helwdanên Tifaqa Cumhur ji bo wê ye ku li şaredariyan qeyûman tayîn bikin, siyasetmedaran bigirin, partiyên nû yên tên avakirin asteng bikin û girtina partiyên siyasî ye. Bi vê yekê dixwazin dengên kurdan parçe bikin û bikişînin cem xwe. Lê belê ev pêk nehat, desthilatiyê ev yek baş dît. Desthilat bi êrişên Rojava çav berdaye dengên netewperestan û di heman demê de bi bikaranîna hestên olî yên civakê dengên oldaran jî stendin e. Armanca vexwendina ÎP û Saadetê nîşaneya vê yekê ye.”
 
DIVÊ SIYASETA KURD MICID Û BIBIRYAR BE
 
Kamaç da zanîn ku ji her aliyê jiyanê ve krîzên kûr tên jiyîn û ev tişt gotin: “Di pêvajoyeke ku di serî de krîza demokrasiyê, hiqûq, mafên mirovan, azadî û enflasyona xwe gihandiye ji sedî 180’an de hikûmet neçarî têkçûnê ye. Tenê bi dengê çekê dikarin ser van nakokiyan bigirin. Bi êrişa li dijî Kobanê re desthilatdarî dixwaze dengê nerazîbûnan bitepisîne. Mixabin di pêvajoya li pêşiya me de şer xuya dike û muxalefeta ku ketiye pey desthilatê jî ji vê yekê berpirsyar e. Çareseriya li dijî polîtîkayên dîzaynkirinê yên desthilata ber bi hilbijartina 2023’yan ve diçe, avakirina tifaqa xurt a aştî, demokratîk, piranîparêz e. Têkbirina siyaseta ku ji bo serkeftina xwe her rêyê rewa dibîne, peywira sereke ya her kesê demokrat û azadîparêz e. Di vê hêlê de peywira herî girîng di hêla qad û wateyê de dikeve ser milê siyaseta kurd. Divê siyaseta kurd xwe ji bo hilbijartina 2023’yan bi micid û bibiyardarî amade bike.”
 
PDK-BAKUR: AVAKIRINA YEKITIYA NETEWEYÎ LEZGÎN E
 
Serokê Giştî ya PDK-Bakur Sertaç Bûcak jî êrişên li dijî Kobanê şermezar kir û anî ziman ku divê bi awayeke demildest êriş bên bidawîkirin. Bucak, diyar kir ku piştî van êrişan divê gelê kurd û nûnerên gelê kurd li ser van mijaran bifikrin û li girîngiya avakirina yekitiya neteweyî bihesin û wiha axivî: “Li her dereke êrişî me kurdan dikin. Ev êriş nû nîn in, bi salan e dom dikin. Divê em wek kurd bên cem hev. Dema ku em hatin cem hev û hin tişt çareser bûn divê her kesek neçe ser karê xwe.”
 
PDK-T: DIVÊ YEKITIYA NETEWEYÎ BÊ AVAKIRIN
 
Serokê Giştî yê PDK-T'ê Mehmet Emîn Kardaş jî destnîşan kir ku li her derê li dijî kurdan êriş hene û wiha bi dawî kir: "Divê kurd li dijî van êrişan li her çar alî bên cem hev. Divê êdî girîngiya feraseta hebûna neteweyî bê zanîn. Em tenê bi yekitiyê dikarin van êrişan bidin sekinandin. Ji ber wê divê yekitiya neteweyî demildest were avakirin. Êdî divê berjewendî û nîqaş li aliyeke din bên danîn.”