Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Armanca wan ew e ku kurdan bêstatû bihêlin û destkeftiyên wan tune bikin.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de axivî. Sancar, ji ewil Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bi bîr anî û got ku ji bo girtin û darizandina kujerên Elçî heta niha jî tu pêşketin çênebûne û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku rastî dernekevin holê ketin nava hemû hewldanan. Ev cînayet divê di tariyê de nemîne. Em ê dev ji heqîqetê bernedin û ji bo hesab ji berpirsyaran bê pirsîn jî têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku Meclis cînayeta Elçî ji her alî ve lêkolîn bike, me îro teklîf da Meclisê. Banga me ji bo parlamentoyê ew e ku bi peywira xwe rabe. Werin em komîsyonekê ava bikin û cînayeta Elçî lêkolîn bikin.” 
 
Bi domdarî sancar ev tişt anî ziman: “Jin, di 25’ê Mijdarê de li dijî her cureyên tundiyê li qadan bûn. Daxwaza wan zelal e. Dixwazin azad û wekhev bijîn. Daxwaza jiyaneke bêtundî dikin. Lê desthilatdarî çi dike? Meşan asteng dike û tundiyê li jinan dike. Bi sedan jin hatin binçavkirin, di encama tundiyê de dest û lingên wan hatin şikandin. Desthilatdarî, tundiya mêr weke amûrekê rêvebirinê bi kar tîne. Nehiştin dovîzên bi kurdî û portreyê mamoste Şebnem Korur Fîncanci bikevin qadan. Ji ber ku tehemûla kurdî û mamoste Şebnemê nakin. Ji ber ku jê ditirsin. Her wiha îro li dijî jinan operasyoneke mezin a binçavkirinê dan destpêkirin. Gelek jin hatin binçavkirin. Divê dawî li van operasyonên krîmînalîzekirina jinan û bi mebesta têkbirina têkoşîna jinan berdin. Kes nikare bi vê rêbazê têkoşîna jinan bitepisîne û jinan bêdeng bike. 
 
DESTHILATDARÎ JI BO XWE LI PEY ŞER E
 
Li pêşiya Tirkiyeyê du rojevên sereke hene. Yek ji wan xizantî, birçîtî, zilm û zexte ku ev rojeva gel e. Ya din jî polîtîkaya şer e ku ev jî rojeva desthilatdariyê ye. Gel ketiye derdê debara xwe û desthilatdariya AKP-MHP'ê jî ji bo bekaya xwe ketiye pey şer. Polîtîkayên vê desthilatdariyê li ser bingeha şer hatine avakirin. Polîtîkayên şer, bi xwe re di her qadê de rê li ber tundiyê vekiriye. Tundiya li dijî jinan, kedkaran, karkeran û hwd. êdî rewa tê dîtin. Her wiha polîtîkaya necezakirinê jî rê li ber vê vedike. Vê desthilatdariyê, civakeke tundiyê ava kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê, desthilatdariya talan, kedxwarî û rantê ye. Her wiha desthilatdariya xwîn, derew û şer e. Bi taybet jî ji sala 2015’an heta niha beriya her hilbijartinê tundî û şer kûr dike. Yên ku di vî şerî de winda dikin jî gel û welêt e. 
 
HEDEFA STRATEJÎK, BÊSTATÛHIŞTINA KURDAN E
 
Du armancên esasî yên êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Hedefa wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin û destkeftiyên wan tune bikin. Anku heman zîhniyeta klasîk ên desthilatdariyên berê tên ceribandin. Lewma jî di bingeha van operasyonan de, dijminatiya li dijî kurdan heye.  Heke em lîstikên vê desthilatdariyê teşhîr nekin, dê muxalefetê ji derveyî me jî tev li vê lîstikê bikin. Divê bikevin ferqa vê û rê li ber vê lîstikê bê girtin. 
 
ŞIRÎKÊN WAN ÇETEYÊN OSO’YÊ NE
 
Qala operasyoneke bejahî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Hewl didin destûrê ji hêzên mezin bigirin. Hinek bazariyên cuda dikin. Armanc ew e ku ji hêlekî ve êrişî kurdan û destkeftiyên wan bikin û ji hêla din ve jî siyasetê li gorî xwe dîzayn bikin. Heke operasyoneke bejahî were kirin, dê bi şirîkatiya çeteyên OSO’yê bikin. Ev kes kî ne? Ev, ew kes in ku bi sala ye li Sûriyeyên sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Armanca van lîstikên qirêjî tevekan ew e ku rejîma xwe bicih bikin. Partiyên muxalefetê jî li şûna ku pêşî li ber vê lîstikê bigirin, li ber bayê polîtîkaya şer dikevin û di qada lîstikê ya desthilatdariyê de dilîzin. Kesên di nava wan sînoran de dimînin nikarin qala pêşerojeke azad û demokratîk bike.”