SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna gel a li Misircê de axivî. Bakirhan diyar kir ku muxabatê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser bibe, bang kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û kesên pê re, piştî navçeya Dihê derbasî Misircê bûn. Bakirhan li vir ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Bakirhan li ber buroya hilbijartinê ya navçeyê gel silav kir. Tevlîbûneke zêde ji civîna gel re hebû. Civîna gel veguherî mîtîngê.
‘DAWÎ WÊ BI HEYBET BE’
Di destê girseya qelebalix de dovîzên “Çi dibe bila bibe wê dawî bi heybet be”, “Em ê teqez bi ser bikevin”, “DEM dema Misircê ye” hebûn. Qada qasî çatiyan tejî dibû. Dirûşmeya “Kûrtalan bi we serbilinde” hate berzkirin û guleyên hewayî hatin teqandin.
Namzetên hevşaredariya Misircê derketin ser dikê û beşdar silav kirin. Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî.
Bakirhan bi gotina “Her bijî Misirc” dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku bi coş û qelebalixiya girseyê peyameke baş dane yên qeyûman tayîn dikin. Bakirhan diyar kir ku gelek caran hatiye Misircê û wiha got: “Pêşwaziya hilbijartinên xwecihî ya sal 2004’an di heman coş û girseyîbûnê de bû. Yanî hûn her tim li aliyê partiya xwe sekinîn. Xelkê Misircê yê bi rûmet, soz ji we re hingî ku hûn serbilind bin wê têkoşîna me bidome.”
‘WE ENCAMA HILBIJARTINÊ ÎRO DIYAR KIR’
Bakirhan silavên siyasetmedarên girtî ragihand û got: “Hevalên me yên jin û ciwanên me sekneke wisa raber dikin ku encamên hilbijartinên 31’ê Adarê we îro diyar kir. Dem hatiye ku em di 31’ê Adarê de vê feraseta ku bi şer û xwîn tîmar dibe, binax bikin.”
‘EV DER KURDAN E’
Bakirhan wiha pêde çû: “Dema mirov guhdarî Serokkomar dike, wê bihesibîne ka Tirkiye ketiye nava şer. Sankî hilbijartina xwecihî nîne. Hebe nebe Kurd. Ji her tiştê ku Kurd dijîn re, dibêjin ‘terorîstan’. Birêz Erdogan cihê ku tu jê re dibêjî ‘terorîstan’ Kurdistan e, Kurdistan. Cihê ku tu jê re dibêjî ‘terorîstan’ Misirc, Sêrt, Êlih, Wan û Amed e. Em weke yên ku bi hezaran salin li ser vê xakê dijîn tenê demokrasî, azadî û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin zimanê me yê dayikê ku bi hezaran salin em pê diaxivin, bigihije statuya qanûnî. Dema em li Meclîsê du peyvên bi Kurdî diaxivin, dibêjin ‘zimanê ku nayê naskirin’. Ez ji we dipirsim, Kurdî kengî bûye ‘zimanê nayê naskirin’. Yên ku zimanê me re wiha dibêjin, em ê 31’ê Adarê li ser sindoqan bersiva wan bidin.”
‘DENGÊN JI AKP’Ê RE TÊN DAYÎN JI JÎTEM’Ê RE DIÇE’
Bakirhan, destnîşan kir ku hevkarê AKP’ê yê biçûk ji sibehê heta êvarê heqeret li Şêx Saîd dike û bang li namzetên AKP’ê yên navçeyê kir û got: “Divê hûn li cem sîstem û zîhniyeta ku zimanê we ya dayikê nas nake, qeyûm li dijî vîna we tayîn dike, nesekinin. Ewladên gelê Kurd divê di nava vê partiyê de cihê xwe bigirin, li van qadan bin, di nava DEM Partiyê de bin û li gel we bin. Dengên ku ji bo AKP’ê tên dayîn ji kî re diçin? Ji Devlet Bahçelî re, ji tifaqa JÎTEM’ê re. Di protokola Xarpêtê ya Erdogan de kî hebû, Mehmet Agar. Kurd Mehmet Agar nas dikin, Kurd dê qet van kuştinan ji bîr nekin. Gelê Misircê tu carî ji bîr nake. Tansû Çîller xebatê li Stenbolê dimeşîne. Ev kî ne? Ev tifaqa JÎTEM’ê ya ku Kurdan tine dihesibînin. Reqîbê me ne tenê AKP’ê ye her wiha îtîfaqa JÎTEM’ê ye jî. Em ê rê nedin wan. Ji bo vê jî em bang li her kesê ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov û misilman im’ dikin ku li cem gelê xwe cih bigirin. Roj ne roj e ku bibin amûrên partiyên din ên siyasî û gelê xwe bifiroşin. Roj roja xwedîderketina li têkoşîna Mazlûman û Şêx Seîdan e.
MUXATAB BIRÊZ OCALAN E
Di hevdîtinên ku ev 15 roj in em lidar dixînin de gelê me dibêje, ‘Em bi we re ne, em bi hev re ne û em ê bi ser bikevin’. Em bang li wan kesên ku bi roj û şev dibêjin şer û ji her xaka ku Kurd lê dijîn re dibêjin ‘terorîstan’ dikin; Ev 40 sal in we hemû aboriya welêt ji bo ku ‘Kurd dayikên xwe nebînin’ xerc kir. Tirkiye bûye welatê krîzê, mirov nikarin zarokên xwe bişînin dibistanan. Eger li şûna şer we budçeya gelên Tirkiyeyê ji bo pêşîgirtina li gendelî û xizaniyê xerc bikira, wê çi bûbûya? Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, em ê nekaribin bi awayekî însanî û wekhev bijîn. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye. Muxatabê vê heye. Eger hûn dixwazin çareser bikin, di sala 2013-2015’an de Birêz Abdullah Ocalan vîneke xurt nîşan da. Nedixwest ciwan jiyana xwe ji dest bidin. Em bang dikin ku dawî li tecrîdê bê anîn û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalog bê kirin.”
‘EM Ê JI QEYÛMAN HESAB BIPIRSIN’
Bakirhan bi bîr xist ku qeyûm dijminatiya Kurdan dikin û beriya her tiştî saziyên jin, ciwan û çandî girtine û ev tişt anîn ziman: ‘‘Navê pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan rakir. Malên şînê veguherandin navendên nijadperestan. Ew çi dikin! Ma dikarin rûyê xwe yê reş û kiryarên xwe yên xirab bi lambeyên kolanan ronî bikin? Nikarin bi milyonan lambeyên kolanan taritiya xwe ronî bikin. Gelm me wê di 31’ê Adarê de dawiyê li taritiya wan bîne. Hevşaredarên me wê di 1’ê Nîsanê de beriya her tiştî gendeliya qeyûman yek bi yek eşkere bikin. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Wê tenê qirûşeke gelê me jî li cem wan nemîne.’’
‘KÎJAN SOZÊ XWE BI CIH ANÎN?’
Bakirhan anî ziman ku tevî av li Misircê heye jî navçe bê av hiştine û got ku erdê şaredariyê jî firotinê. Bakirhan anî ziman ku ew ê hesabê van yekan bipirsin û axaftina xwe wiha domand: ‘‘Derketine û projeyan pêşkêş dikin. Projeyên we bêavî, gendelî û xizanî ye. Projeya we bikaranîna tiryakê ya zarokên 12 salî ye. AKP ku ev 22 sal in di desthilatdariyê de ye, kîjan soza xwe bi cih anîye. Yek jî bi cih neaniye. Ji ber wê êdî nikarin Kurdan bixapînin. Kurd şiyar bûn. Kurd baş dizanin ku kî xizmeta wan dike. Bila yên ku serê wan li ser secdê û destên wan ji heramiyê naqedin baş bizanibin ku Misircê di 31’ê Adarê de wê rê nede deq û dolaban.’’
‘QEYÛM 3 MÛÇEYAN DISTÎNE’
Bakirhan bal kişand ser hilbijêrên ku ji derve tên anîn û wiha got: ‘Bi anîna leşker û polîsên ji derve hewl didin îradeya gelê Kurd têk bibin. Qeyûm hem mûçeya qeymeqamtiyê distîne hem a şaredariyê distîne. Heçkû du mûçe jê re têrê nake ji bo ya sêyan bûye midûrê personelên şaredariyê. Em soz didin we ku em ê van her sê mûçeyan weke bursa zanîngehê bidin xwendekaran.’’
‘ŞEV Û ROJ BIXEBITIN’
Bakirhan destnîşan ku ew ji tekoşîna gelê Misircê bawer in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Hêviya min ji we ew e ku bi şev û roj beşdarî xebatan bibin. Ez sozekê ji we dixwazim. Ji bo xatirê Şex Seîd, Seyît Riza, Seidê Kurdî, Gûltan, Fîgen, Leyla, Sabahat û ji bo xatirê hevalên me yên li girtîgehan, ez hevserokên me, emanetî we dikim. Hevrêyên me Ali Riza û Sadîye emanetî we dikim. DEM dema me ye, DEM dema Misircê ye’’
Piştî axaftinan Bakirhan û şandeya li gel ji bo mîtînga ku wê li navenda Sêrtê were lidarxistin, bi rê ketin.