AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku 21 salin li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd heye û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn e."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku butçeya 2020'an butçeya şer e û finanskirina der û dorên qesrê ye û wiha got: "Îqtîdara AKP'ê butçeya 18’emîn amade kir. Ev butçeya polîtîkayên neo-liberal e. Butçeya şer e. Butçeya şer derxistin 240 milyar lirayî. Li tu qaden din ji butçeyê parek wisa zêde nehatiye veqetandin. Ji karker, kedkar, xwendekar û tevahiya beşên civakê re bêtir çavkanî cuda kirine. Bi beşek biçûk re çavkaniya mezin veqetandine, lê ji beşa mezin a civakê re hindik butçe qetandine. Ev butçe ya Qesrê û fînansa Qesrê ye. Butçeya şer û ewlehiyê ye.
JI GEL DISTÎNIN Û DIDIN SERMAYEDARAN
Temellî, ani ziman ku butçeya gel û çavkaniyên gel, ji destê gel derdixin û didin sermayedar û zengînan û wiha axivî: "Ji bo Îqtîdara AKP'ê xwe li ser piyan bihêle demek dirêj e serî li vê rêbazê dide. Bi taybetî piştî 5'ê Nîsana 2015’an ev yek xistiye meriyetê. Bi tecrîdê dest pê kirin. Li wir bê hiqûqiyek heye. Mînaka dawî ya vê yekê jî heqê herî kêm wekî 2 hezar û 324.7 TL diyar kirin. Bi mirovan û keda mirovan qerfê xwe dikin. Li Tikiye sinorê malbata 4 kesan a xizaniyê 6 hezar û 800 tl ye.
21 SALIN TECRÎR DIDOME
Temellî, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir û wiha got: "Tecrîda mutlak li ser çareseriya demokratîk, Destûra Bingehîn a Demokratîk û Komara Demokratîk e. Yanî tecrid li ser hemû pênaseyên demokratîk in. 21 salin tecrîd didome. Divê em têgehan baş bi cih bikin. 5 salin tecrîda mutlaq heye. Bi taybetî 5 salên dawî hiqûqa tecrîdek nû ava kir. Tecrîd belav kir. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, ji ji tecrîda Rêberê PKK'ê wêdetir li ser aştî û çareseriya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tê meşandin. Birêz Ocalan di hevditinên dawî de diyar kiribû ku hêj li ser fikra 2013-2015'an e û wiha gotibû: ‘Ez hêj li ser xala 2013'an im.' Ji ber vê yekê tecrîda mutlaq li ser çareseriyademokratîk a piştî 2013’an e. Li ser aştiya bi rûmet e. Em dibînin ku her tişt piştî 5'ê Nîsanê qut bûye. Tecrîda Mutlaq li ser aştiya demokratîk û çareseriya demokratîk e."
PROJEYA KANAL ÎSTANBOL JI BO XELASIYA HIKÛMETÊ YE
Temellî, bal kişand ser projeya Kanal Îstanbul û da zanîn ku ji bo hikûmetê ji tengaviyê xelas bike hatiye amadekirin. Îqtîdar heta 2028’an dixwaze di qada îktisadî de ji bo xwe zindîbûnekê ava bike. Ji ber vê yekê dibêje kî çi dibêje ezê çêkim. Ji bo wan çavkaniyek mezin a fon e. Ji bo wan pêşeroja welat tune bibe talan û wêran bibe ne girîng e.
EM LI DIJÎ ŞER Û TESKEREYÊ NE
Temellî, bal kişand ser niqaşên Montro û wiha got: "Di demek nêzîk de dê keştî û helîkopterên şer bên rojeva Tirkiyeyê. Xwediyên sermayeyê wisa mezin dibin. Tirkiye ji bo xwe li dijminan digere. Dijminê xwe zêde dike. Li şer digere. Sûriye ne bes e, niha berê xwe dide Lîblayê. Gel dê fatûra vî şerî bide. Di serî de jî gelê Kurd. Ev îqtîdar xwe li ser polîtikayên şer xurt dike û dimeşîne. Her kesî diki 'Terorist' Her kesi dike dijmin. Me li dijî şer û tezkereye ne. Em li dijî polîtikayên şer in."
Temellî, anî ziman ku Serokomar û Serokê AKP'ê diyar dike ku dê di 8-9'ê Çile de teskereyê bîne rojevê û wiha lê zêde kir: "Serokê AKP'ê dê dîsa teskereyekê bişîne meclîsê û hewl bide di meclîsê re derbas bike. Lê vê carê dê berteka gelê Tirkiye pir zêde be. Mexdûriyeta gelê Efrinê li holê ye. Ji ber teskereyan rewşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li holê ye. Rewşa Iraqê li holê ye. Her teskere bêtir deriyê pirsgirêken mezin li Tirkiye vedike.
DIVÊ KARÊ MUXALEFETÊ MUXALEFETÎ BE Û ÎXTÎDARÊ REXNE BIKE
Temellî, anî ziman ku divê karê muxalefetê muxalefetî be û karibe îqtîdarê rexne bike û wiha berdewam kir. "Divê muxalefet muxalefetiyê bike. Muxalefeta rastî rêya sêyemîn e. Hamleya vê yekê ya herî li ber çavan di hilbijartina 31'ê Adarê de derket holê. Heta Tirkiye demokratik nebe, em nikarin gelek pirsgirêkên Tirkiye niqaş bikin. Ya giring li Tirkiyeye perspektifa Komara Demokratîk heye ya na? Berî her tiştî hemû kesên li ser vê axê dijîn, divê wekî hemwelatiyên wekhev, xwedî hemû mafê zagonî û cemaweriyê be. Divê hemû hemwelatî di aliyê mafan de wek hev bin. Divê her kes karibe bi zimanê zikmakî perwerde bibe.
Em qala Komara Demokratîk dikin. Divê em têkiliya dewlet û civakê ji nûve ava bikin. Divê ne dewleta zore be. Em dixwazin dewletek hiqûqê û Destûra Bingehîn a ji bo her kesî ava bikin. Dema em li Partiya Demokrat, Partiya Edaletê, Partiya Anavatan û AKP'ê dinerin hemû kevneşopîya xetekê diparêzin û xwe berdewam dikin. Divê li dijî vê yekê alternatifek bê avakirin. Ev jî HDP ye. Xeta sêyemîn e. Xeta nû ev e. Hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê îtîrazek mezin bû. Me got Komara Demokratik. Ev yek hemû gelê Tirkiyeyê hembêz dike. Meseleya me ku em Tirkiyeyê demokratîk bikin heye. Ya herî girîng jî Destûra Bingehîn a Demokratîk e."
KÊMASIYA ME DI TÊKILIYÊN ME Û GEL DE YE
Temellî, anî ziman ku kêmasiyên HDP'ê di têkiliyên wan û gel de ye û wiha got: "Kêmasiya me têkiliyên bi gel re ye. Raste gelek kêmasî hene. Gelek êrîş hene. Lê kêmasiyên me jî hene. Em bi pergala rexne û rexnedayinê bi rêve diçin. Ev tiştekî bi qîmet e. Niha bedelên ku HDP, gelê Kurd û mirovên li ser vê erdnîgariyê dide bedelên pir mezin in. Ger ku tevî van bedelan HDP li ser piyan be û têdikoşe, ev ji hunerê rêveberê HDP'ê zêdetir serkeftina gel e. Hêza gel e. Biryara têkoşînê ya gel e.
Hemû armanca me Destûra Bingehîn a Demokratik e. Ji bo makeqanûna demokratîk em hemû beşên civakê û nûnerên rêxistinên sivîl û demokratîk dawetî vê meseleyê dikin. Dem dema em her kes bi hevre tev bigerin e. HDP bang li her kesî dike ku em bi hevre di vê rêya demokratîk de bimeşin. Tirkiye di nava du rojevan de xwe bi teşe dike. Yek jê rêya Erdogan e. Ya din jî rêya HDP'ê ye. Li aliyekî Komara demokratîk û demokrasiya radîkal heye. Li aliyê din rejîma otoriter heye. Hemû çîrok di nava van du rêyan de ye. Tirkiye divê ji du rêyan yekê hilbijêre. Em bi hevî ne. Civak êdî piştgiriyê nade rejîma Erdogan. Divê em êdî bi hevre civakê bi rêxistin û xurt bikin."
Li pêş me xebatên konferans û kongreye heye. Em dê di meha Çile de konferansa mezin li dar bixin. Di 23’ê Sibatê de jî em dê kongreya mezin pêk bînin. Ez bawer dikim ku werî berê dê ev kongreya me jî dê bi hêz derbas bibe û me bêtir bi hêz bike. Em dê bi hevre têkoşînê bêtir mezin bikin."
MA / Omer Çelîk – Ozgur Paksoy