ENQERE - Partiya Îyî û Saadetê biryara xwe ji bo dengdayîna tezkereya şandina leşkeran a Lîbyayê aşakera kirin.
Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, piştî civîna ku bi rêveberiya partiya xwe re girt, biryara partiya xwe ya têkildarî dengdayîna tezkereya şandina leşkeran a Lîbyayê aşakera kir. Akşener, destnîşan kir ku wê feydeya şerekî ereban ji Tirkiyeyê re tunebe û dê parlamenterên partiya wê li Lîjneya Giştî ya Meclisê dengê 'Na' bidin tezkereyê.
Saadetê jî têkildarî tezkereyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku dê piştgirî bide tezkereyê û her dû parlamenterên wê dengê 'Erê' bidin tezkereyê.