NAVENDA NÛÇEYAN – YSK’ê têkildarî heke hilbijartinek muhtemel pêk were û lîsteya navê partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin aşkere kir. Partiya Pêşerojê ya Ahmet Davûtoglû di lîsteyê de cih nagire.
Desteya Rêveberiya Hilbijartinê (YSK) daxuyaniyek weşand û heke hilbijartinek muhtemel pêk were lîsteya navê partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin aşkere kir. Partiya Pêşerojê ya ji aliyê Ahmet Davûtoglû yê serokwezîrê berê ve hat damezrandin ji ber ku şertên wê nehatin dabînkirin di lîsteyê de cih negirt.
YSK’ê navê partiyên dê dikaribin beşdarî hilbijartinek muhtemel pêk were bibin wiha rêz kir:
1- Partiya Adalet û Rakirinê (AKP)
2- Partiya Anavatanê
3- Partiya Serxwebûna Tirkiyê
4- Partiya Yekîtiya Mezin
5- Partiya Komarê ya Gel (CHP)
6- Partiya Demokrat
7- Partiya Çep a Demokratîk (DSP)
8- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
9- Partiya Doza Hûr (HUDA-PAR)
10- Partiya ÎYÎ
11- Partiya Tevgera Netewperest (MHP)
12- Partiya Saadet
13- Partiya Komunîst a Tirkiyê
14- Partiya Vatan
15- Partiya Jinûve Refah