Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin

img
ENQERE – Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku rûxandina goran di tu bawerî û hiqûqê de cihê wê nîne û got: “Destê xwe ji ser goristanan rakin û êrîşan rawestînin.”
 
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Beştaş da zanîn ku pêvajoya koronayê bi awayek zelal nayê birêvebirin û tenê pêvajoyê bi gotinan birêve dibin û lê tu behsa şert û mercên xebatkarên tenduristiyê yên bi koronayê dikevin nayê kirin.
 
‘ÇIMA TEST KÊM BÛN?’
 
Beştaş pirsa kêmbûna hejmara testan jî kir û got: “Armanca Tirkiyê ew e ku hejmarên têkildarî koronayê ji welatên din veşêre û ji hejmar ji gelek welatên din zêdetir bûye.” Beştaş got îqtîdar ji bo di pêvajoya şewbê de aboriyê rizgar bike amadekariyên veşartî dike û got: “Îqtîdara ku di her warî de baweriyê nade xelkê, hişê xwe xwariye û dîn bûye. Tenê derdek îqtîdarê heye pêvajoyê veguherandiye fersendê û ketiye pey derde berhevkirina dengan (rayan) û bertîlê. Îqtîdar ji belavkirina maskeyan jî aciz e.”
 
‘CIVAK JI ÎQTÎDARÊ BI HÊZTIR E’
 
Beştaş astengkirina alîkarî û piştevaniya şaredariyên CHP’ê û HDP’ê jî rexne kir û got: “Îqtîdarek ku ji piştevanî û alîkariya şaredariyan ditirse heye. Tenê armanca îqtîdarê ew e xebatên muxalefetê terorîze bike. AKP çi dike bila bike wê nikaribe pêşî li piştevaniya civakê bigire û asteng bike. Çimkî ev civak ji îqtîdarê pirr bi hêztir û mezintir e.”
 
‘TUNDIYA ZILAMAN EFÛ DIKIN’
 
Beştaş daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya têkildarî lêpirsîna ji ber medya civakî li dijî welatiyan daye destpêkirin bi bîr xist û got li şûna ku îqtîdar li mijara tundiya li dijî jinan hûr û kûr bibe, lê li dijî welatiyên lêpirsîn dide destpêkirin û ew bi îqtîdarek ku ji zilamên tundiyê li jinan dikin re yasaya efûyê derdixin re rûbirû ne.
 
 
‘DI KÎJAN BAWERÎ Û HIQÛQÊ DE RÛXANDIN HEYE?’
 
Beştaş bertek nîşanî rûxandina gorên li bajarên herêmê da û wiha got: “Gor tên xera kirin û kêlîk tên şikandin. Malbat tên tehdîtkirin. Lê medya navendî ya xizmeta îqtîdarê dike ser vê yekê tê sansûrkirin. Sûcek mezin tê kirin. Di kîjan bawerî û di kîjan pergala hiqûqê de cihê rûxandina goran heye? Rûxandina goran dî kîjan nirxê mirovahiyê de bi cih dibe? Gor cihê însanek ku herî dawî lê radikeve û bêhna xwe lê berdide ye. Rûxandina goran li gel guhertina yasayî ya rast di rêgezên olê de jî hatiye qedexekirin. Hem yasa hem jî mafê takekesî yê malbatê tune tên hesibandin. Em dixwazin bêjin ku divê sûcdar demildest derxin holê. Destê xwe ji ser goran rakin û êrişan bisekinînin. Tiştên qewimandin têr nakin hûn welatiyên me di bin axê de jî rehet bernadin.”