Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir 2021-09-19 21:04:47   AMED - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, di çarçoveya kampanya ku li dijî hişbir û fihûşê daye destpêkirin de xwest bi gel re bê gelhev lê polisan destûr neda.        Polisan, destûr neda çalakiya ku Meclisa Ciwanan a Rêxistina HDP'ê ya Amedê, xwest di çarçoveya kampanya "Mibtelabûnê bişikînin û jiyana azad biafirînin" ku li dijî hişbir û fihûşê daye destpêkirin de li dar bixin. Polisan, ciwanên ku ji bo civîna agahdarkirina bikaranîna hişbirê û veguherîna bajarî li taxa Peyasê ya navçeya Peyasê ya Amedê li hev civiyan asteng kir. Polisan qad û qewexaneyên ku civîna gel lê bihata lidarxistin dorpêç kirin û astengkirin ku gel bê qada civînê.    Polisan destûr neda ku endamê meclisê li qewexaneyan jî bigerin.  .